YJA Star: Werin em bi hev re hember terora mêran têbikoşin
10:09
Asya Tekin - Zeynep Dicle/JINHA
MEXMÛR – Bi boneya beşdarbûna jinan ya çalakiyên 25’ê Mijdarê bangek jî ji endamên YJA Star yên Mexmûrê hat û wiha gotin: “Werin me bi hev re li himberî hişmendiya mêran berxwedanê bikin û azadiya jinan biparêzin.”
Piştî kampa Mexmûr hat azadkirin YJA Star li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derdora kampê diparêzin û parastina rewa pêşdixin. YJA Star yên kul i hemberî dijminên jinan çeteyên DAIŞ’ê di çeperan denin wiha dibêjin: “Em weke milîtanên YJA Starê ji bo parastina serîde jinên Mexûmr û hemû jinan li hemberî hemû cureyên şidetê û êrşînan heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin.”
‘Pêdivî bi tekoşîna jinan ya bi hêz heye’
Endama YJA Star Nalin Aşug ya di parastina Mexmûrê de cîh digire diyar kir kul i hemberî hemû cureyên şidetê hem îdeolojîk û hem jî leşkerî ew tekoşînê dikin û wiha got: “Li hemû deverên cîhanê şideta ser jinan berdewam dike. Ji ber wê jî emê li hember şideta ser jinan parastina cewherî pêşbixin. Divê em li hemberî şideta fîzîkî û fikirî tekoşînê bilind bikin.” Nalin girêdayî ser sînor qetilkirina Kader Ortakaya bi destê leşkerên Tirkan wiha dibêje: “Ew jî jinek tekoşîndikir. Pergal jinên tekişer bi hişmendiya ‘heger hun tekoşînê bikin emê j ili we bixin û we qetilbikin’ qetildikin. Bitayîbetî jî ji bo rakirina hişmendiya mêran pêdivî bi tekoşînek mezin ya jinan heye.”
‘Werin em bi hevre li hember terora mêran berxwedanê bilind bikin’
Gerillaya YJA Starê Şimal Dilsoz jî balişand ser giringiya parastina cewheri û wiha got: “Bi parastina jinan parastina civakê jî gengaze. Hêza me ya parastina cewheri heye û em bi wê hêzê jinên kurd digirin. Li ku dibe bila bibe çiya û bajar ferq nake emê li her derê jinan biparêzin.” Şimal bilêv kir ku armanca çeteyên DAIŞ’ê kolekirina jinane û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin di kesayeta jinan de civakê kole bikin. Ji bo civak neyê kolekirin em berxwedanek mezin didin. Divê her jin alîkarî bide vê berxwedanê.” Şimal bang li hemû jinên cîhanê kir û got: “Werin em bi hev re li hember terora mêran berxwedanê bilind bikin û azadiya jinban biparêzin.”
‘Em hêza xwe ya parastinê ji Rêbertiya xwe digirin’
Gerillaya YJA Starê Gulbahar Gabar ya k udi çeperên berxwedanê de anî ziman ku wan li Koban û Şengalê jî di çeperên pêş de cîh girtine. Gulbahar bilêv kir ku wan weke jinên kurd hêza xwe nîşanî hemû cîhanê dane û wiha dom kir: “Îro li tevahiya cîhan qala qehremaniya jinên kurd tê kirin. Jinên kurd çiqasî berxwedêrin û dê tucarî ji kesê re serî ne tewînin nîşanî her kesê dan.” Gulbahar destnîşan kir ku wan hêza parastinê ya giyanî ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan girtiye. Gulbahar derbirî ku ji bo pêşxistina parastina rewa pêdivî bi hêj zêdetir rêxistinkirina jinan heye.
(zt)

