Ruyê jinan ê bajar (Dosya 4)
10:13
Jinên mêrdînî alîgirên têkoşîna bi rêxistinkirî ne
Nurcan YALÇIN / JINHA
MÊRDÎN - Li gel ku Mêrdîn bajarekî xwedî cudahiyên cur bi cur ên nijad û çandê ye jî, lê belê pêşiya hepiskirina jinan a di malê heya niha nekariye bigire. Mêrdîn yek ji bajarên ku herî zêde tundiya fîzîkî û pîskolojîk li ser jinan tê meşandine. Ji bo ev pirsgirêk bê derbaskirin jinên mêrdînî destnîşan dikin ku pêwîstî bi rêxistinbûyîna jinan heye. Jinên mêrdînî di fikirin ku tekane riya çareserkirina pirsgirêka jinan di rêxistinkirin û zanebûne re derbas dibe.
Nifûsa cîhanê ku nîvê wê ji jinan pêk tê, mirov dikare vê yekê li Mêrdînê jî bibîne. Li gorî reqemên resmî nîviya nifûsa Mardînê ji jinan pêk tê. Heya roja me ya îro Mêrdîn ji gelek çand û nasnameyan re malovanî kiriye. Li gel ewqas dewlemendiya nasnameyî jî dîtina jinan bi rengê jinan a li kolanan hema hema tuneye. Hema bêje bajar rûyê xwe ji jinan ziviran diye. Jinên mêrdînî der barê pirsgirêkên jinan ê ku dijîn de axivîn. Jinan destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka sereke ya jinan li Mêrdînê di aliyê aboriyê deye. Endama Hîndekara Beşa Antoropolojî ya Fakulteya Wêje ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê û diheman demê de Nivîskar û Îlahiyetçî Doç. Dr. Hidayet Şefkatlî Tuksal diyar kir ku yek ji faktora herî mezin a tundiya li ser jinan zêde dike, di aliyê aborî de nikare bivîna xwe bixebite ye.
‘Pir rengên tundiyê hene’
Endama Hîndekara Beşa Antoropolojî ya Fakulteya Wêje ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê û diheman demê de Nivîskar û Îlahiyetçî Doç. Dr. Hidayet Şefkatlî Tuksal da zanîn ku têkoşîna jinan bingeha xwe ji beriya niha sedsalan digire. Lê belê di têkoşîna jinan de ev nêzî 30 salane tundî weke pirsgirêkeke herî mezin dikeve rojevê û wiha got: “ Ez di fikirim ku her jinek bi tundiyêre rû bi rû dimîne. Têgeha tundiyê bi awayekî berfireh ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye kirin. Ji ber ku dema tundî tê gotin bi giştî weke tundiyek fîzîkî ya hişt tê dîtin. Lê belê tundiya psîkolojîk, aborî û cur bi cur hene.”
‘Tundî pirsgirêka pêşketin û paşketinê nîne’
Tuksal anî ziman ku yek ji tundiya herî zêde li ser jinên tê pêk anîn tundiya fîzîkiye ku li welatên herî pêşkeftî jî ev yek pêk tê û wiha pêde çû: “ Ev ne pirsgirêka pêşkeftin û paşkeftinê ye. Dinava 20 salên dawiyê de ye ku li Tirkiyeyê nîqaşa vê mijarê hatiye destpêkirin. Hem di aliyê pîşeyî de hem jî di aliyê hiqûqî xwestin hineke sererast kirinan bikin. Tundî ketiye asta ku mafê jinan tehdît dike. Her çiqasî gelek saziyên li hemberî tundiyê hatibin vekirin jî lê em dibînin ku nikarin pêşiya tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê ku pêk tê bigirin.” Tuksal destnîşan kir ku li Mêrdînê hejmarek zêde ya jinan dinava aboriyê de tuneye. Tuksal anî ziman ku jinên Mêrdînî herî zêde aboriya xwe bi derfetên hevjînên xwe jiyana xwe didomînin. Tuksal diyar kir ku ji bo wê jî yek ji faktora herî mezin a tundiya li ser jinan zêde dike jî aborî ye.
‘Jin dibin zextên pergalê de tên perçiqandin’
Hevşaredara DBP’a Bajarê Mezin a Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî pirsgirêkên bingehîn ên ku jin dijîn nirxand û wiha axivî: “Tundiya aborî berî hemû pirsgirêkên jinan tê. Li Mêrdînê her çiqanî bi demê re tundî kêm bibe jî lê hîna tam ji holê nehatiye rakirin. Ji ber ku jin di qada aborî de ne azadin, xwe ji derveyî civakê hîs dikin. Ji ber vê yekê jin nikarin xwe bi awayekê xurt îfa de bikin û jin dibin zêxtên pergala desthilatdar a zilam de tên perçiqandin.”
‘Divê jin zanibîn li dijî hemû bêmafiyan serî rakin’
Perîhan destnîşan kir ku pirsgirêka jinan a herî mezin xwe îfade nekirine û wiha got: “Jinên ku nekarin fikrê xwe yê azad di jiyana xwe de bidin rûnişkandin, dê nekarin zarokên xwedî fikrên azad jî mezin bikin. Bi taybetî li ser vê mijarê jinên me di fikrên xwe de, nêzîkatiyên xwe de, faaliyetên xwe yên aborî de, siyaset û jiyana rojevî de heya roja ku nirxê xwe bibîne, divê qet nesekine û têbikoşe.”
‘Divê li dijî tundiyê jin dengê xwe bilind bike’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol jî da zanîn ku bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê re hîna jî tabloya heyî pir xerabe û wiha axivî: “Îro ji derveyî Mêrdînê li Rojhilata Navîn, Şengalê, Musilê û Nînovayê wehşeteke mezin tê jiyîn. Jin rastî tundî û îstîsmarê tê û li bazaran tên firotin. Ey yek nayê qebûl kirin. Di vê rewşê de ji pirsgirkên herêmî zêdetir, divê em balêbikişînin ser van bûyeran. Divê em hovîtiya DAIŞ’ê ya li ser jinan tim şermezar bikin û ji gorî vê yekê çalakiyên mezin li dar bixwin. Li kî derê dibe bila bibe divê jin tiştên rastî tên qebûl nekin û dengê xwe bilind bikin.”
‘Divê jin ji hovîtiya li ser jinan re bêjin êdî bes e’
Februniye bibîr xist ku li Mêrdîne piraniya jinan bêdengin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Mêrdînê hilberîna herî mezin ji aliyê jinan ve pêk tê. Lê ev keda jinan nayê xuya kirin. Divê em xwe bigihînin hemû jinan. Divê em jinan ji vê rewşê xelas bikin. Der barê vê yekê de xebatên me hene. Divê jin jî di vê mijarê de xwe birêxistin bikin. Em hewl didin ku kooperatîfan ava bikin û keda jinên şênber bikin. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû jinên Mêrdînê dikim ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijarê bibin û li dijî hovîtiya li ser jinan bêjin êdî bes e.”
‘Divê jin YPJ’ê ji xwe re mînak bigirin û wisan têbikoşin’
Delegeya Erebên Bajar a KCD’a Mêrdînê û Seroka Baskê Jinan a Komeleya Erebên Demokratîk Bîrgul Aydogan jî diyar kir ku ev 27 salin ji bo jinan têkoşîn tê dayîn û wiha bilêv kir: “Ez dixwazim jin mafê xwe bi parêzin û bigihin azadiya xwe. Divê hemû jinên cihanê bên gel hev û xwe birêxistin bikin û bêy ku cudahiyê bixin navbera kurd, tirk û ereban têbikoşin. Divê êdî jin di ferqa hêza xwe dibin. Divê jin, jinên YPJ’ê ku îro li Kobanê şer dikin, ji xwe re mînak birin û wisan têbikoşin. Dîsa divê jin bi azanebûna rêxistinbûyînê tevbigerin.”
Bîrgul balkişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên hovane û wiha got: “Bûyerên ku hatin serê jinên Şengal û Rojava, dibe ku bên serê me jinên ereb jî. Ji ber vê yekê divê jinên ereb jî xwe birêxistin bikin.”
‘Li Mêrdînê tundiya bidevkî pir zêdeye’
Yek ji Xwendekarên Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Fatoş Metîn jî ragihand ku Mêrdîn xwedî dewlemendiyeke pir çandî û pir zimaniye, lê ev yek bandora xwe li kolanan nake. Fatoş da zanîn ku di koçeyên Mêrdînê de hema bêje qet jinan nabînin û wiha axivî: “Li Mêrdînê xwendina jinan pir kême. Azadiya aboriya jinan qet tuneye û ev yek jinan hepsê malê dike. Di trafîqêde jî jin rastî tundiya bi devkî tên. Tundiya bi devkî pir zêdeye. Em xwendekar pir rastî bûyerên tundiya wiha tên. Ne tenê lêxistin tundiye. Ji bo azadiya jinan divê têkoşîn bê dayîn. Divê hemû jin vê yekê bizanibin.”
‘Bêdengê ne çareseriye divê jin xwe îfade bikin’
Xwendekara Beşa Civakî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Dîlan Işik jî anî ziman ku êdî jin bûne xwedî zanebûn û wiha rêz kir: “Ez jî weke jinekê ku di nava tundiyê dijîm, dibêjim ku tişta herî girîng ew e ku mirov biaxive. Divê em biaxivîn, bê mafiyê qebûl nekin û ji derdora xwe re rastiyê vebêjin. Divê hemû dayik ji zarokên xwe re vebêjin ku, nivş bi nivş em bi hêz û zane bibin. Jin dikarin bi cirûskekê, ronahiyên herî mezin bi dest bixwin. Ji ber ku yên jinan jî, zilaman jî diafirînin jin in.”
Sibê: Îzmîr
(aw)

