Li Kobanê tundiya DAIŞ'ê û li Pirsûsê jî tundiya leşkeran
10:29
JINHA
RIHA - Welatiyê 60 salî Mihemed Derwêş li Kobanê rastî tundî û êrîşên DAIŞ'ê hat, li Pirsûsê jî rastî zext û tundiya leşkeran hat. Mihemed Derwêş xwest sewalên xwe jî derbasî Pirsûsê bike, lê ji ber astengiya leşkeran nekaribû sewalên xwe derbas bike û bi destê çeteyên DAIŞ'ê de berdan. Mihemed, li Pirsûsê jî rastî zextên leşkeran tê.
Berxwedana DAIŞ'ê di roja 67'an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê piştî bi çekên giran êrîşî gundên Kobanê kir, welatiyan hemû sewal û malê xwe li pey xwe hişt û derbasî Pirsûsê bûn. Çeteyên DAIŞ'ê piştî êrişan dest bi talankirin û wêrankirina mal û milkê welatiyên Kobanê kir. Yek ji welatiyên ku malê xwe û sewalên xwe bi destê çeteyên DAIŞ'ê de berda welatiyê 60 salî Mihemed Derwêş e. Mihemed Derwêş piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, sewalên xwe jî li gel xwe anîn ser sînor û bi rojan li ser sînor hat rawestandin. Mihemed, ji gundê Şêranê li gel 40 sewalên xwe hat ser sînorê Pirsûsê. 2 caran xwest sewalên xwe jî derbasî ser xetê bike, lê leşkerên tirk destûr neda vê yekê û ji neçarî sewalên xwe bi destê çeteyên DAIŞ'ê de berda.
Mihemed Derwêş, piştî sewalên xwe li pey xwe hişt û hat Pirsûsê vê carê rastî tundiya leşkeran hat. Derwêş serpêhatiyên xwe parve kir û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê ji Rojhilatê Kobanê êrîş kir em ji gundê Şêranê hatin ser sînor. Min 40 dewarên xwe jî anîn sînor. Leşkerên tirk destûr nedan ku sewalên xwe derbas bikim. Carekê min 2 km sînor derbas kir, lê leşkeran bi panzêran pêşiya min birî û dîsa sewalên min paşve vegerandin. Leşkeran bi panzêran ajot ser sewalan û 6 dewarên min kuştin."
Mihemed, anî ziman ku piştî rastî astengiyên leşkeran hat çû şevekê li gundê Etmanikê ma û ji wir derbasî Kobanê bû. Mihemed, anî ziman ku dema çû gundê xwe gundê wan xalî bûbû û tenê sewal li gund hebûn. Mihemed, da zanîn ku dîsa xwest sewalên xwe bîne pirsûsê dema di sînor re derbas bû, gayekî wî pê li mayinê kir û piyekî wî jêbû û wiha got: "Piştî ga pê li mayinê kir, min bi nîv heqî firot leşkeran. Ez bi rojan li ser sînor mam, lê destûr nedan ez derbas bibim.
Mihemed Derwêş, serpêhatiyên xwe yên bi DAIŞ'ê re jî wiha anîn ziman: "Rojekê li ser sînor bûm, çeteyên DAIŞ'ê hatin cem min û gotin çima tu li vir e? Bi tirkî bi min re axivîn û min jî got ez bi tirkî nizanim. Li ser min lêgerîn kirin û gotin 'Sewalên xwe li vir bihêle û ji vir biçe. Lê ji bo min nekujin min sewalên xwe ji wan re hişt û ez hatim. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê sewalên min ji min stendin û birin ez pir xemgînim im.
(zt)

