Ehmed ê di şer de her du lingê wî jêbûn: Min dixwest li Kobanê şer bikim
10:38
JINHA
RIHA - Ahmed Remo ku ji Kobanê tevli Tevgera Azadiya Kurd bû û 5 salan li Çiyayê Kurdistanê şer kir, di pevçûnekê de her du lingê xwe jî wenda kir. Piştî dîl hat girtin 10 salan di zindanê de ma. Ehmed diyar kir ku niha ji ber ku di berxwdana Kobanê de cih nagire xemgîne û got her ciwanê ku dikare çekê bigire divê di eniyê de cih bigire.
Ehmed Remo yê 50 salî j ibo têkoşîna Azadiyê di 1989’an de ji Kobanê diçe Qendîlê. Li Akademiya Leşkerî ya Mahkum Korkmaz perwerdê digire û piştre li çiyan gerîlatiyê dike. Di 1994’an de li herêma Serhadê di pevçûnekê de her du lingê xwe wenda dike û di heman pevçûnê de dîl tê girtin. 10 salan di zindanê de dimîne di 2004’an de derdikeve. Ehmed diyar dike ku ji ber şertên xwe yên fîzîkî nekare di nava refên YPG’ê de cih bigire û gelek xemgîne. Ehmed got divê hemû ciwanên çar parçeyê Kurdistanê li qadên azadiyê cihê xwe bigirin.
Lingê wî jêkirin
Ehmed jiyana xwe wiha vedibêje: “Apoger di 1989’an de hatin gundê me. Min xwest ez biwan re biçim. Ez şandim Lubananê. Piştre ez şandim Akademiya Mahsum Korkmaz. Min perwerde girt. Ez li Garê, Xakurkê û Serhedê xebitim. Herî dawî li Çiyayê Alahuekber ya Erdexanê agahiya me girtin. em komek ji 70 kseî pêk dihatin. Me du rojan berxwe da. Çileyê 1994’an bû. Lingên min cemidîn hevalan ez danîm cihekî saxlem. Lê koma ez danibûm cihê min wenda kirin. Leşkerên tirk ez girtim. Lingên min jêkirin. Piştre 23 rojan îşkence li min kirin. Ez 9 sal û nîvan digirtîgehê de mam.”
Ehmed da zanîn ku ji ber ew di berxwedana Kobanê de cih nagire gelek xemgîne û bang li hemû ciwanan kir ku di eniya şer de cihên xwe bigirin.
(zt)

