Mizgefta lihevhatina bawerî û gelên di berxwedanê de ye

10:47

JINHA


RIHA  - Çalakiyên bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê yên li ser sînor berdewam dikin. Mizgefta gundê Mehserê ji bawerî û gelan re malovaniyê dike. Li mizgeftê hem îbadet tê kirin û hem jî şevê kesên ji bajarên cuda hatin tevlî berxwedanê bûn lê dimînin û veguheriya cihê çareseriya pirsgirêkan.

Mizgeftên di destpêka salên yekemîn ên Îslamiyetê de weke navendên çareseriya pirsgirêka dihatin dîtin û di heman demê de weke cihê îbadeta bi girseyî dihatin bikaranîn. Di nava demê de îslamiyet bû desthilatdar û mizgeft ji armanca xwe dûr hatin xistin û heya roja me weke saziyên pergalê yên bîrdoziyê tên bikaranîn. Mizgefta gundê Mehserê niha li xeta sînor di nava berxwedanê de bîranîneke nayê ji bîrkirin e. Mizgefta gund ji bo welatiyên hatin sînor û welatiyên gund cihê îbadetê ye û di heman demê de ji kesên ji bo tevlî berxwedanê hatin sînor ên xirîstiyan, misliman, elewî û ateîst sîvaniyê dike. Di nava rojê de baxçeyê mizgeftê weke platforma nîqaşê ye.

'Hêvî dikim hemû mizgeft dê veguherîneke wisa bijîn'

Derhêner Onder Çakar ê ku nêzî meheke tevlî berxwedana sînor bûyî ji mêvanên mizgeftê yek e. Onder diyar kir ku berxwedan li Kobanê berxwedaneke mafdar e û mizgefta gund jî bi berxwedanê mîsyona xwe ya bingehîn û rastî lîstiye. Onder anî ziman ku nêzî 20 rojin şevê di mizgeftê de dimîne û çavdêriyên xwe yên têkildarî mizgeftê de wiha vegotin: "Gelek kesên ji bawerî û netewên weke ermen, êzdî, elewî, sûnî, şafî û gelek baweriyên din bi hev re di nava biratiyê de di mizgeftê de dimînin." Onder, da zanin ku di mizgeftê de xweşbînî di aste herî jor de ye û melayê mizgeftê serê sibê dema ji bo bang bide tê mizgeftê kesên beteniyên xwe li ser xwe avêtin careke din li ser wan rast dike. Onder bilêv kir ku pratîka di mizgeftê de pêk tê ew gelek bi bandor kir û wiha axivî: "Mizgeft di erebî de tê wateyea cihê civak lê kombû dibe. Li vir min dît ku ev yek bi awayeke gelek rast û gerim ketiye jiyanê. Dayîk û bavên min jî xwedî baweriya sunî ne. Bavê jin Nakşîbendî bû. Li ser bîranîna wî min senaryoya fîlîma Takva nivîstandibû. Di jiyanê de yekemîn car e ez rastî mizgeftekî wisa têm. Hêvî dikim ku dê hemû mizgeft veguherîneke wisa bijîn."

Elewî jî û Îtalî jî di baxçeyê mizgeftê de ne

Li baxçeyê mizgeftê rengekî din jî Claudîo Locatellî yê ji Îtalyayê bi armanca piştgiriyê bide berxwedana Kobanê hatî sînor e. Baxçeyê mizgeftê ji bo Claudîo û hevalên wê yên ji Îtalyayê hatin cihê nîqaşê ye. Claudîo wiha got: "Li ku derê mirovahî rastî neheqiyê bê ez dixwazim li wir bim û ji ber wê yekê ez li xeta sînor im. Li vir berxwedaneke ji cîhanê re bibe mînak heye." Jina bi navê Çagla Sariateş a elewî jî li mizgeftê dimîne. Çagla diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedana jinê ye û ji ber vê yekê hat sînor tevlî berxwedanê bû. Çagla têkildarî rol û mîsyona mizgefta gund lîstî wiha got: "Di rewşên astayî de elewî naçûn mizgeftê lê hûn dibînin ku dema berxwedaneke çê dibe hemû ziman, ol, çand û netewe dibin yek. Ev gelek girîng e. Li vir ez vê yekê dijîm hîseke gelek xweş e."

'Mizgefta rola xwe ya rast dilîze'

Endamê DÎAYDER'ê yê Dîlokê Mela Ahmet Elîtaş jî wiha got: "Kobanê dilê Kurdistanê ye. Li hemberî zilmê rawestiyan di nava fermanên Xwedê de ye." Ahmet anî ziman ku di dîrokê de mizgeftê ji hemû gelan re xizmet kir û hin caran dehwet jî lê dihatin lêkirin û nîqaşên gelek girîng lê dihatin kirin. Ahmet da zanîn ku mizgefta gundê Mehserê îro rola xwe ya rast û bingehîn dilîze.

(zt)