'Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi bê?'

10:55

JINHA


RIHA  - Nexweşê şekir Mihemmed Beko (75) dibêje: "Canê min ji mirovên ji bo Kobanê canê xwe feda dikin bi qîmet nîne. Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi were. Çi dibe bila bibe ez ê dest ji Kobanê bernadim."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê, bandoreke cuda li her kesî kir. Mihemmed Beko (75) ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma ji Kobanê koç bike, bi tenê yek ji van kesan e. Ji ber temenê xwe yê dirêj û bedena wî nekarî êrîşên li dijî mirovahiyê rabike, bi bedena wî de birîn vebûn û ji ber şer, ev demeke dirêj e tedawiyê red dike. Mihemmed vê rewşê jî bi gotina, "Canê min ji mirovên canê xwe ji bo Kobanê feda dike, ne çêtir e" tîne ziman. Mihemmed yê ku birîn li bedena wî der bûne, dibêje ev rewş demî ye û derdê wê jî azadiya Kobanê ye.

'Bi bedena wî de birîn der bûn'

Mihemmde diyar kir ku ew nexweşê şekir e û dema li Kobanê bû li xwe miqate bû û anî ziman ku ji ber êrîşan û koçberiyê, ji kul û derdan di ling û destên wî de birîn der bûne. Mihemmed wiha got: "Derfetên me yên tedawiyê nîne. Ji xwe di rewşeke ku ji çar aliyan ve Kobanê rastî êrîşan tê û 'Eger Kobanê dorpêçkirî be, ez sax bim jî wê bi kêrî çi bê?" Mihemmed anî ziman ku di têkoşîna li dijî êrîşên li hemberî Kobanê de çar parçeyên Kurdistanê gihaştîne hev û ev tişt anî ziman: "Nabe ku di nava gelê kurd de cudakarî bê kirin. Xwîn, dest û namûsa me yek e. Li ku dibe bila bibe, dema kurdek şehîd dikeve dilê min dişewite. Yekane daxwaze me ew e ku YPG û YPJ di demeke nêz de çeteyên DAIŞ'ê têk bibin."

'Yê nexweşiyê nebîne xweşiyê jî nabîne'

Nexweşê şekir Mihemmed Beko derbirî ku "yê nexweşiyê nebîne xweşiyê jî nabîne û hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê jî wiha vegot: "Di çarenûsa me de ev heye, Em ê jî sebir bikin û herî dawî bigihînin serketinê. Her çiqas dewam bike, rojek be jî, salek be jî dema em vegerin welatê xwe ji cihê em mane bi hemû kêfxweşiya xwe em ê jiyana xwe bidomînin. Mihemmed destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji welatê xwe bernedin û got: “Bêguman ev rojên wiha wê di paşde bi mîne. Wê demê em ê jinûve dayik bibin. Wê demê em ê bibin gelek ê tê nas kirin. Ji cem li Xwedê serê me bilind e. Rêxistinek ji bo namûs û xaka me şer dike heye, her kesê ji ber çeteyên DAIŞ'ê direviyan şervanên YPG/YPJ'ê sing bi sing li hembeî çeteyên DAIŞ'ê şer dikirin, şervanê YPG'ê vê tiştê ji bo gelê me dike, tenê ji bo vê jî be em ê dest jî Kobanê bernedin."

(zt)