Di bin çavdêriya leşkeran de DAIŞ wesayîtan didizin
11:13
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê di bin çavdêriya leşkerên tirk de wesayîtên ser xeta sînor didizin. Leşkerên tirk wekî ku hevkariya çeteyan ji dikin ji xwediyê wesayîtên di navbera sînor de radiwestîne re hiyariya "çend roj şûnde bên dizîn" dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin, êrîşên xwe yên li hemberî gelê li ser sînor, dewam dikin. Bi hezaran wesayît û heywanên ku gel ji bo ji talana çeteyan biparêze anîne ser xeta sînor, li cihekî bi tenê çend metreyan dûrî leşkerên Tirk in, rastî talana çeteyan tên. Rojavayiyên li dijî vê derdikevin jî, dibin hedefa guleyên çeteyan. Welatiyê bi navê Alî Şahîn da xuyakirin ku li xeta sînor a nêzî gundên Zehwan û Mindêsimêl ên Pirsûsê tevgera çeteyên DAIŞ'ê dewam dike û leşkeran ji wan re gotine ku çeteyên DAIŞ'ê wê di nava çend rojan de hemû wesayîtan bibin. Gundiyê Kapçiyê Halîl Firat jî diyar kir ku bi taybetî li derdora gundê Kîkan ê Kobanê tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde bûye û da xuyakirin ku çeteyên tên heta ber têlên li ser sînor rastî destwerdana leşkeran nayên, leşker li şûna vê guleyan berdidin sivîlan.
Li ber çavên me talan dikin
Welatiyê rojavayî Abdurrahman Ehmed ê li ber wesayîtên xwe nobedê digire anî ziman ku çete duh êvarê hatine cihê ew lê ne û li ser nerazîbûna welatiyên li vir neçar mane xwe vekişînin. Abdurrahman anî ziman ku eger çete careke din bên ew ê bi dar û keviran li ber xwe bidin û diyar kir ku li ser sînor hînê 250 heywanên wî hene. Abdurrahman ragihand ku heta niha 60 heywanên wî telef bûne û wiha got: "Em ditirsin bi vî halê xwe nêzî sînor bibin, lê çete li pêş çavê me li ber sînor talana xwe dewam dikin."
(zt)

