Peykertiraşê kurd peyîkerê berxwedana jinên kurd çêkir
11:59
JINHA
SÎNE - Hunermenê û peykertiraşê kurd Hadî Ziyaeddîn bi boneya berxwedana jinên kurd li Kobanê, peykerê berxwedana jinên YPJ’ê çêkiriye.
Peykertiraş û wênekêşê kurd Hadî Ziyaeddîn li bajarê Sine ê Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya piştevaniya berxwedana jinên YPJ’ê li Kobanê peykerê şêr û jinekî çêkir. Navê peykerê xwe jî daniye ‘Şêrejinan’ lê heta niha ne diyare ka wê ev peykerê li ku were danîn. Hunermendê kurd ê peykertiraş ji bo ku destana qehremanî û berxwedana jinên kurd li Kobanê mayînde bike, bi hunera xwe ya peykertiraşiyê peykera ‘Şêrejinan’ çêkir.
Hadî Ziyaeddîn bi xwe ji bajarê Sine ye û damezrînerê akademîk ê hunera wêne û peykeran di Kurdistanê de ye. Heta niha peykerê gelek kesayetên binav û deng ên kurd çêkiriye.
(zt)

