Li Kayseriyê jinek hate qetil kirin

12:06

JINHA


KAYSERÎ - Li Kayseriyê Tugba Garana 17'e salî ji aliyê borauç xwe Mahmut Gûlmez ve bi awayek giran hatibû birîndar kirin, di nexweşxonê de jiyana xwe ji dest da.


Duh di saetên şevê de, li taxa 19 Mayîsê ya navçeya Melîkgazî ya Kayserîyê, Mahmut Gûlmezê 24 salî, bi dabancê xwişka xwe Tugba Garana 17 salî ji serê wê bi giranî birîndar kir. Piştî bûyerê Mahmut dema ku hewil dida xwe întîhar bike, ji aliyê ekîbên polîsan ve hate binçav kirin. Li gorî agahiyan, Tugba ji aliyê ekîbên tendûristî ve rakirin beşa lezgîn ya nexweşxana perwerdê û lêkolîn a Kayseriyê, li hember hemû hewildanan Tugba jiyana xwe ji dest da. ji bo otopsiyê canezê Tugba rakirin morguya nexweşxanê, lê het diyar kirin ku Tugba 3'ê mehin dû canî bû. 


(rt/zt)