Li benda roja YPG çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij bikin in
12:09
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê darbeyê mezin dixwin û li ber şervanên YPG/YPJ'ê xwe nagirin bi hewanan êrîşê li welatiyên Kobanê yên li herêma navberê sînorê de mayîn dike û ji ber vê yêkê gelek malbatên Kobanê derbasî Pirsûsê bûn. Jina bi navê Sebah Elî ya xwediyê 2 zarokan û 5 meh berê hevserê xwe di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de winda kir bê konbûnê na Kobanê difirkire û wiha dibêje: "Em li benda roja YPG çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij bikin in."
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn bi komkujiyên hov ji cîhanê re tirs belav kir li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê darbeyên giran dixwe û têk diçe. Çeteyên DAIŞ'ê yên xeyalên wan ên Kobanê dagirbikin têkçûn vê carê welatiyên sivîl hedef girtin. Jina bi navê Sebah Elî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Tilşeîr derbasî Pirsûsê bû. Sebah 5 meh berê hevserê xwe yê di nava YPG'ê de di pevçûnekê de winda kir. Sebah niha li Konbajarê Kader Ortakaya di konê ji aliyê welatiyan ve hatî çêkirin de şeva xwe derbas dike. Sebah li bendê ye ku li konbajarê ji nû bê avakirin bi cih bibe. Sebah diyar kir ku roja rojavayê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin dê careke din vegere.
Piştî DAIŞ têkçû kesên sivîl hedef girtin
Sebah ya ku hevserê xwe di berxwedana Kobanê de winda kir wiha got: "Hevserê min Hemed Berken (Rohilat) 5 meh berê di nava YPG'ê de li gundê Borîs şehîd ket. Em hevserê xwe li Kobanê defin kir. Ez bi keça xwe ya sê salî Ahîn û kurê xwe yê 4 salî Xalid tenê man. Du meh berê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê zêdebûn gund û navenda bajar hate valakirin lê me nexwest em Kobanê terk bikin. Herî dawî piştî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê têkçûn welatiyên sivîl hedef girtin. Em jî li benda roja YPG Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin in. Niha konekekî em xwe têde starbikin tuneye lê em wê nakin pirsgirêk em ji ber sermayê bimirin jî em dixwazin li ser axa xwe bimirin."
'Tu kesi seri netewand'
Sebah anî ziman ku gelek caran zarokên wê pirsa bavê xwe dikin û wiha axivî: "Zarokên min dibêjin 'Bavê me li ku ye?' Ez ji wan re dibêjim çûye xebatê dê salak şunda vegere. Ez bi şahadeta hevserê xwe serbilind im û ez dê zarokên xwe jî bi wê zanebûnê mezin bikim. Heke hinekan berdêl nedaban em niha teqez xwedî welatekî nedibûn. Ya herî girîng ew e ku çeteyên DAIŞ'ê axa me terk bikin û şervanên YPG/YPJ'ê serkeftinê bi dest bixin e."
(zt)

