Li hemberî tundiya dê li ser sînor kom bibin
12:16
JINHA
RIHA - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji xeta sînor bangek din jî hat. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel ku li sînor nobetê digirin, diyar kirin ku îsal di 25’ê Mijdarê de li benda hemû jinan e ku bên sînor.
Ji bo bernameya 25’ê Mijdarê ya li sînor bang didomin. Bangek jî ji Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel hat. Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan der barê 25’ê Mijdarê de anî ziman ku şîdet, taciz û tecawiza li hemberî jinê gerdûnî ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê û hemû cîhanê gelek kes rastî tecawizê, taciz û tundiyê tên. Têkoşîna li dijî şîdet û tecawizê têkoşîna me ya bingehîne." Nursel bilêv kir ku berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê û Şengalê jî 25'ê mijdarê xwedî wateyek girîng e.
Tekoşîna li hemberî tundiyê dewam e
Nursel diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hemû mirovahiyê, hemû çand û baweriyan kiriye û wiha axivî: "Li hemberî van êrîşan li Kobanê berxwedanek bêhempa heye. Yek jî du lingê vê berxwedanê jinin. Li Kobanê berxwedana bi pêşengiya YPJ'ê pêşengitiya tevahî jinê gerdûnê dike. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê kesên pêşengtî ji vê berxwedanê re kirine yên şopdarên berxwedêr Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya û tevahî jinên li ber xwe didin bi bîr tînin. Ev berxwedan ne berxwedanek ku di demek nêz de bi qede ye.”
Hemû jin berê xwe bidin Pirsûsê
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî bang li tevahî jinan kir di 25'ê mijdarê de berê xwe bidin Pirsûsê. Gulîstan anî ziman ku bi taybet li Şengal, Hewlêr, Mexmûrê û Kobanê di xwazin li heberî jinan komkujiyan pêk bibin. Akel di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Li hemberî van komkujiyan li Kobanê jin bûn sembola berxwedanê. Bi rihê berxwedana Rojava re îradeya jinê bû pêşengê jiyanê.”
Gulîstan derbirî ku li heberî hemû tacîz û şîdeta li taxan, malan û li hemû deveran bi awayek topyekûn li hember şer vedikin. Piştevaniya bi berxwedana Kobanê re, serî rakirina li hemberî şîdeta ser jinê ye. Bi vê minasebetê em hemû jinan vedixwînin li ser sînorê Kobanê.
(zt)

