Ji Meclîsa Jinên Egîtim Sena Erganiyê pêşandana Fîlman

13:51

JINHA


AMED - Li Erganiyê Meclîsa jinan a Egîtim Senê, bi mabesta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Tekoşîna Navnetewî ya li Hember Şiddeta ser Jinan fîlmek da temaş kirin.


Li Navçeya Erganiyê ya Amedê Meclîsa jinan a Egîtim Senê bi mabesta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî Tekoşêna Navnetewî ya li Hember Şîddeta ser Jinan fîlma bi navê "AGORA"ê ku tê de jiyana jinek zaniyar digre dest, bi wê sitarta çalakiyên xwe dan. Egîtim Senê filma ku li Salona Temsîla Navçeyê dane temaşe kirin gelek jin tevlîbûn. Endama Meclîsa Egitim Senê Ebru Kaymak di derbarê fîlmê de wiha got: "Em wek Meclîsa Jinan a Egîtim Senê me mûnesib dît çalakiyên cûda li Erganiyê pêkbînin. Heftiyek bê navber emê fîlmên di derbarê jinan de temaşe bikin. Fîlmên me hilbijartine hinek ji wan tekoşîna kesayetî û hinek ji wan jî tekoşîna rêxistinî a jinan di nava xwe de digre. Di fîlme de tekoşîna jinek zanyar ya din jî tekoşîna rêxistina jinan ya ji bo mafê deng dayînê tê kirin.”


(rt/zt)