Lîstika ‘Nexweşê Nexweşiyê’ bi kurdî dê bê pêşkêşkirin

08:54

Şêrîn Hiso/JINHA


AMED – Şanoya Bajêr  ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi amadekariyên sezona şanoyên sala 2014’an kirin. Din ava xebatên wan yên îsal de sê lîstokên dibin kurdî û dêbên lîstin hene. Yek ji wan jî şanoya bi navê ‘Nexweşê Nexweşiyê’ ya ji aliyê nivîskarê Fransi Moliére ve hatiye nivîsandin e.


Şanoyek kilasîk ya bi navê Nexweşê Nexweşiyê ya ku di sala 1673’an ji aliyê nivîskarê Fransi Molière ve hatiye nivîsandin. Lîstika Nexweşê  Nexweşiyê ya ku heya niha wergerî gelek ziman hatiye kirin û ser dikên şanoyan hatiye lîstin. Dê îsal jî ji aliyê Şanoya Bajar ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve bi kurdî pêşkêşî şanohezan bê kirin. Lîstika Nexweşê Nexweşiyê ya komîdî ji 10 karekteran pêk tê. Yek ji wan karekteran jî Şanoger Rêzan Kaya dilîze û di derbarê xebatên xwe de wiha dibêje: “Me lîstika Nexweşê Nexweşiyê ji Fransi wergerî kurdî kir. Lîstik amade bûye û dê di demek kin de derkeve pêşiya şanohezan. Her wiha ji derveyî wê jî em amadekariyên sê lîstikên dinê jî dikin.”


 ‘Emê bi lîstokên cuda derkevin pêşiya temaşevanan’


Derhuner Ruknedîn Gun yê ku derhunertiya lîstika nexweşê nexweşiyê dike jî bi lêv kir ku di bernameya Şanoya Bajêr ya sala 2014’an de lîstikên ku bi formên cûda hatine amadekirin hene. Ruknedîn anî ziman ku ji bo zarokan jî îsal 2 lîstik hene û wiha got: “Îsal di bernameya Şanoya Bajêr de 3 lîstik ji bo mezinan û 2 lîstik ji bo zarokan tên amadekirin. Ji bilî lîstika Nexweşê Nexweşiyê, lîstika Şeş tilî jî heye. Lîstika Şeş tilî ji aliyê nivîskar Ehmed Osman ve hatiye nivîsandin û ev lîstik dirama ye. Emê îsal bi lîstokên cuda yên bi formên cuda tên amadekirin derkevin pêşberî şanohezan. Navê vê formê Spora şano ye. Spora şano, ji xwe bêrê de heye û bi xwe çêdibe ango xwezayiye. Senaryo û mijara lîstikê ji nerînên temaşevan tê amadekirin.


‘Tu cûrên hunerê nikare trajediya pêvajoyê vebêje’


 Ruknedîn diyar kir ku sezona şanoyan ya sala 2014'an li  qonaxa Cemîl Paşa destpêkir lê piştî bûyerên ku li Kobanê pêk hatin wan xebatên xwe dan rawestandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heger xebatên me nihatiba rawestandin divabû ku amadekariyên me di meha cotmehê de bi dawî bibana. Li kobanê berxwedan û serkeftinek mezin hebû. Rewşa Kobanê di her aliyî de ser her kesê bandor dikir. Serkeftinan hêzek mezin dida me. Di serdemekê de dema ku civak tracediyek wisa bijî wê çaxê gotinek hunerê tune ye. Li hembeî vê trajediyê tu cûreyên hunerê tune ye ku vê êşê vebêje.”


(şh-şg/zt)