Rûyê jinan ê bajar (Dosya 5)
09:16
Jinên li Îzmîrê rastî hemû cûre tundiyan tên
Handan TUFAN / JINHA
ÎZMÎR- Îzmîr jî wek bajar û metropolan din yek ji bajarên herî zêde ku jinan di perçiqîne û rengê jinan tune dikeye. Jinên Îzmîrê jî derbarê tundiya li hemberî jinan pêk tê de axivîn. Jinan diyar kirin ku jin hem di aliyê ziman, kar û aboriyê de rastî hemû cûre tundiyan tên.
Tundiya li ser jinan tên meşandin hem li cîhanê, hem jî dinava civakê de kêm nabe her roja ku derbas dibe jî zêde dibe. Li Tirkiyeyê jî rewşa bi heman awayî ye. Her çiqasî ku Îzmîr cihekî renga reng jî be, lê belê tundiya li ser jinan di aliyê ziman, reng, etnîsîte, kar û aboriyê de xwe dide der. Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan, jinan nêrînên xwe parvekirin. Jinan da zanîn ku tundiya ku li hemberî jinan tê meşandin li her derê cîhanê mîna heve ji bo wê jî bandora xwe li ser hemû jinan dike.
‘Divê li hemberî tundiyê li herderê têkoşîn bê meşandin’
Ji endama LGBT’ê Zana Yaman diyar kir ku ew di her qada jinanê de ew rastî tundiyê tên û wiha got: “Civak jinan ji xwe hesap nake. Ji ber ku em weke zayendên sêyemîn in jî bi tu awayî ji civakê nayê hesapkirin. Em li herderê jiyanê rastî tundiyê tên. Ev tundî piştre vedigere tundiya bi gotinî û piştre jî em rastî tundiya fîzîkî tên. Ev yek jî bingeha xwe ji pergala kapîtalîst digire. Ji ber ku bi taybet pargala kapîtalîst ji bo kesên xwedî zayend sêyemîn in bûye weke nexweşiyekê. Dinava civakê de xwe bivî awayî dide jiyankirin. Gelek kes jî di ferqa vê yekê de nînin û xeleka vê yekê jî neşikandine. Ji bo wê jî bûne koleyên pergala kapîtalîst.” Yaman destnîşan kir ku divê ku hertim têkoşîn li hemberî tundiyê were dayîn û divê tenê bi 25’ê Mijdarê neyê sinorkirin.
‘Ji ber ku me ziman nezanî em rastî tundiyê hatin’
Welatiya binavê Hayat Îzgî jî di sala 1988’an de ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye û yek ji wan jinane ku kurde ne zaniye rastî tundiyê hatiye. Îzgî da zanîn ku dema ku hatiye ji bilî kurdî tu zimanên din ne zaniye û wiha axivî: “ Ji ber ku me tirkî ne dizanî bi çavê paşkeftî li em nêze dikirin. Ji ber ku me tirkî nedizanî me nedikarî karê xwe jî bikin. Mînak dema ku em diçûn nexweşxanê ji ber ku me tirkî ne dizanî em muane ne dikirin. Doxtoran henekên xwe bi me dikirin. Dinava xwe de digotin ev paşketîne. Em mecbûrman ku xwe fêrî ziman bikin. Yanî ji ber nezanîna ziman em rastî tundiyê dihatin.”
‘ Cihê jinan ê kar teng dikin’
Welatiya binavê Eylem Erkan jî anî ziman ku ew di garson û sekreteryayê de xebitiye û ev tişt got: “ Dikarê garsoniyê de ji ber ku em bigiştî dinava têkiliya bi mirovan re bûn hertim li pêş bûn. Ji ber ku em hertim li pêşbûn jî li ser bedename nirxandin dikirin. Em rastî gelek tiştên bivî awayî dihatin. Li cihê ku em diçin kar herî zêde zilaman digirin. Ji ber ku divê civakê de yên bi aqil zilamtên dîtin. Bivê yekê cihê jinan yên kar teng dikin. Na hêlin ku jin pêş bikevin.” Erkan destnîşan kir ku dikarê sekreteryayê de jî jin tundiya zayendî tên. Ji ber vê sedemê ev rewşa êdî normal tê dîtin. Erkan bal kişand ser 25’ê Mijdarê jî û wiha axivî: “ Em weke jin ji vê rewşa tundiyê re biyanî nînin. Ger ku em ji vê yekê biyanî bibin jî şerma civakê ye. Ji bo ku em vê rewşa şermê derbas bikin em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”
Jinên reşik ji ber rengê laşê xwe rastî şîdetê tên. Jina reşik ya bi navê Beyhan Turkkolu tundiya li ser wan vegot. Turkkolu diyar kir ku jinên reşik ne di malê de dema derdikevin derve rastî çavnêrînên cûda tên û wiha got: “Ev nêrîn jî bi giştî ne erênîne. Kesên ku bi dengê bilind ji me re dibêjin ‘ereb’ hene. Rengê me bala kesên derdorê dişîne. Ev bal kêşandin jî bi awayekê tundî li me vedigere. Kesên ku me weke terorîst dibînin hene. Gelek caran di koçeyan de gelek kesên bi gotina ‘hello’ henekên xwe li me dikin hene. Ev yek bi awayekê cuda nêzîkatiyên tundiyê ne. Em jinên reşik di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û hatine. Nêrandineke cuda bandorê li ser me dike û çûyîna cihekê gomanan di me de dide avakirin. Em civakekê ku tim li ber çavanin û di heman demê qet nayên dîtin in.”
'Em dibin tundiya aboriyê de ne’
Jinên Roman ên ku debara xwe bi firotina gulan dikin jî diyar kirin ku ew dibin tundiya aboriyê de tên perçiqandin. Rukiye Kavak ku li Îzmîrê gulan difiroşe, tenê yek ji jinên Roman e. Rukiye diyar kir ku heta ku binê lingên wan biteqe ew gulan difiroşin û wiha axivî: “Ger ku ev van gulan ne firoşin dê kî nana ji malê re bibe? Ji roja ku ez xwe dizanim ve ez vî karî dikim. Ez karê xwe hes dikim, lê heqdestê me pir kême. Ez tim li van derame. Mirovên cuda cuda dibînim. Yên zengîn û yên feqîr jî hene. Ez tim mirovan temaşe dikim. Min jiyana xwe hemû bi temaşe kirina mirovan re derbas kir û ezê heya dawiya temenê xwe jî temaşe bikim.”
‘Di mijara tundiye de Îzmîr berî hemû bajaran tê’
Aktîvîsta Însiyatifa Jinên Serbixwe (BKÎ) Ozge Yolcu jî da zanîn ku tundiya li Îzmîrê ne ji ya tevahiya Tirkiyeyê cudaye û wiha bilêv kir: “Ji ber ku Îzmîr weke bajareke modern tê xuya kirin, tundiya jinê nayê dîtin. Di îstatîstîkên herî dawî de Îzmîr di mijara tundiyê de berî hemû bajarên Tirkiyeyê tê. Bingaha vê rastiyê bêguman di serî de koçberî, tundiya dinava malbatê, jinên trans ên li koçeyan dijîn, bêkarî û rewşa jinên feqîr ku dibin tundiya aborî de dijîn e.”
'Polîtîkayên rayedaran ên der barê têkoşîna li dijî tundiyê de ne rastin’
Ozge bi bîrxist ku ew ji bo pêşiya tundiyê bigirin têdikoşin û wiha bi lêv kir: “Herî zêde rayedarên siyasî dibin asteng li hemberî têkoşîna me. Di vê qadê de polîtîkayên rayedarên siyasî ne rastin. Ev polîtîka ne ji derveyî ji devê raya giştî kevçiyek hinguvîn dîzînê wêdetirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin.Li Îzmîrê tundiya dinava malbatÊ de pir heye. Ji bo ku ev yek bê fam kirin, divê em li rewşa jinên feqîr, jinên karker û jinên ku di malan de dixwebitin baş zanibin.”
‘Divê devlet wekheviya jin û zilam pêk bîne’
Ozge destnîşan kir ku ji bo pêşiya tundiyê bê girtin, di haman demê de pêdivî bi polîtîkayên civakî heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku jin azad bibin, jiyana xwe avabikin û bi hêz bibin, divê polîtîka bê meşandin. Polîtîkaya dewletê ya bingehîn divê li ser esasê wekheviya jin û zilam be. Lê tersî vê yekê polîtîka tên birêve birin. Ji bo ji holê rakirina tundiyê polîtîkayeke net tuneye. Ji ber vê yekê peywirên pir mezin dike ser milên rêxistinên jinan.”
‘Jina bi perwerde kirî û jina kar dike jî rastî tundiyê tên’
Ayla Egîd ku ev 20 salin di Navenda Şêwirmendiya Jinan a Şaredariya Konakê de dixwebite jî diyar kir ku di salên destpêkê de jinan dema serî li wan didan digotin “Tundî tuneye lê dem bi dem zilehan li me dixwin” û jinan ev yek weke tundî binav ne dikirin. Ayla daxuyakirin ku nêzikatiya sedama tundiyê heye di jinan de hatiye rûnişkandin û wiha got: “Jinên ku dixwebitin di aliyê aborî tên îstîsmar kirin. Jinên ku deynê hevjînên xwe didin û dibin deynan de mane hene. Jinên ku serlêdan dikin, tim dibêjin ‘Xwezî karekê me hebûya û em ne girêdayî hevjînên xwe bûna’. Lê ev yek xapandineke. Ji ber ku jinên perwerde kirî û jinên dixwebitin jî rastî tundiyê tên.”
'Jinên ku ji tundiyê direvin cardin dikevin navenda tundiyê’
Ayla ragihand ku jinên ku azadiya wan a aboriyê tuneye, rewşa wan hîn xirabtire û wiha bi dawî kir: “Em hem rastî tundiya fîzîkî, aborî û hem jî psîkolojîk tên, lê tim gomaneke ‘ezê çibikim, herim kuderê û dê kî/ê alîkarî bide min’ heye. Stargeh zêde bûne, lê li wir jî mirov dikare heya demekê bimîne. Jinên ku ji stargehan derdikevin, nikarin xwe li ser lingên xwe bigirin. Gelek ji wan jinan cardin vedigerin wan navêndên tundiyê. Divê mijarê de peywira destpêkê dikeve ser milê dewletê û ya duyemîn jî dikeve ser milê rêveberên herêmî.”
'Dadgerî di asta ku mafê bersûcan biparêze deye’
Parêzera Komeleya Şêwirmendiya Jinan Îzmîrê Şenay Tavuz jî da zanîn ku jin ji ber sedemên cuda serî li wan didin û wiha axivî: “Bê mafiya li ser jinan tê meşandin tundiya herî girane. Ji ber vê yekê jinên ku ji ber tundiya zilam birînda bûne serî li me didin. Cardin serlêdanên êrîşên zayendî pirin. Ev êrîşên zayendî bi awayên cuda derdikevin pêşberî me. Bi zorê biryar didin. Ji ber ku pergala dadgeriyê di asta mafê bersûcan biparêze deye. Pêvajoya lêpirsînê ya der barê jinên ku rastî tundiyê tên de, di asta ku jin dubare, dubare mexdur bibin de ye. Ji ber vê yekê gelek jin serlêdanên xwe paşve vedikîşînin. Ji ber li şûna kesê ku tundiyê pêk tîne, kesê ku rastî tundiyê tê, tê sûcdar kirin. Ji ber vê yekê pir kêm êrîşên zayendî diçin ber destê dadgehê.
'Pergala dadgeriyê zilaman pêk tê’
Şenay anî ziman ku mekanîzmayên ku jin jê alîkariyê bigirin tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê jin di rewşên tundiyê de serî li dadgeriyê nadin. Her tim ji bo êrîşkar cezayeke pir kêm tê dayîn û gelek ji wan serbest tên berdan. Mînak dozeke tacîzê ya ku min dişopand, berî çend rojan hat dîtin. Gotinên dadger ên ku di salona duruşê de gotin, ez matmayî kirim. Dema ku xwest îfadeya bersûc bigire bi gotina ‘şêrê min’ dest pê kir. Li şûna ku navê bersûc bêje, weke ku maf bide bersûc, bi zimanekê teşwîqê îfadeya bersûc digire. Bersûcê ku xwe weke sûdar bibîne jî, bi vê nêzîkatiyê re êdî xwe sûcdar nabîne. Dadgerî bi ziman û nêzîkatiyên xwe bi awayekê berbi çav, didexuya kirin ka çiqas bandora zilam li ser heye.”
Sibê: Betlîs
(aw)

