‘Bila ez vegerim gundê xwe ez razîme heriya gundê xwe bixwim’

10:04

 


Nehîr Pale/JINHA   


KOBANÊ - Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kantona Kobanê de yek ji jinên li wê bi berxwedaniyek mezin li ber xwe dayî dayîka Sedîqe Hac Xelîl ya 60 salî ye. Dayîka Sedîqe û malbata xwe li Kobanê ne û israrkirina xwe ya mayîna li Kobanê weha tîne ziman: “Dibe ku min nikarîbû ez çek rakim û li hemberî çeteyan şerbikim, lê belê min derketine ji gund nikarîbû rakim eger ez rojekê ji Kobanê koçber bibim ezê ji qehran bimirim. Bila ez vegerim gundê xwe, ez razîme heriya gundê xwe bixwim û bijîm.”


Dayîka Sedîqe Hac Xelîl jinek jîr û jêhatiye. Di tevahiya jiyana xwe de berbangê zu şiyar dibû û dest bi kar dikir. Ew çar demsalan bê naveber dixebitî. Temenê dayîka Sedîqe 60 sali ye. Ew ji eşîra Pijî ye û  ji gundê Memît ê başûrê Kobanê ye. Ew di 14 saliya xwe de zewicuye û temenê xwe hemû li gundê Sitî yê dikeve rojavayê Kobanê derbas dike. Çîroka dayîka Sedîqe ya koçberiyê piştî 22 Îlonê destpêdike.


‘Em li hemberî êrîşên wan bêçare nediman’


Destpêkê çeteyên DAIŞ ê Kobanê xist çemberê, av û elektirîk ser wan qutkir. Dayîka Sedîqe di derbarê wan rojan de hastên xwe wiha anî ziman “Çeteyên DAIŞ’ê av û elektirîk mîna hemû gundan ser gundê me jî qutkir. Her ku êrîşdikirin YPG’ê bersiv dida wan û êrîşên wan dişkandin. Li hemberî êrîşên wan ên ser civakê û jiyana me em bê çare nediman. Me çiqasî zehmetî dikşandin lê belê li gorî derfetên xwe me debare jiyana xwe dikir. Jiyana xwe ya ku min bi salan bi keda xwe avakiribû min destûr nedida ku ziyan bibîne. Dîsa mîna berê me jiyandikir.”


‘Her ku xeterî nêzî gund dibû, ew qasî girêdana min bi gund ve zêde dibû’


Dayîka Sedîqe çawa xwest behsa derketina ji gundê xwe bike axînek kişand bi wê axînê re qermîçokên ruwê wê çilmisîn û perdek xemgîn hate ser çavên wê û bi dengekî nizm wiha behsa wan rojan kir: “Piştî 7 roj ser êrîşên çeteyan re derbas bûn êdî dengekî ku min hembêz nedikir dihate guhê min, ew   jî dengê fîşek û topan bûn. Her ku xeterî nêzî gund dibû, ew qasî girêdana min bi gund ve zêde dibû mîna ku ezê jê qutbibim û min dixwest ez wê xakê hembêz bikim. Her ku ez ji xew radibûm min ji xwe dipirsî gelo emê jî mîna gundên dîtir ji gundê xwe derbikev in? Bi şev min serê xwe didanî ser balgiyê xwe û berî min xewkiribane min dua dikir û digot ey xwedê îro jî em ji gundê xwe derneketin ka alîkarî bide YPG/YPJ’ê û van kafiran ji xaka me derîn e.”


Dayîka Sedîqe û gundiyên xwe neçar dimînin ji gundê xwe derbikevin


Sediqe dayika ku bı nexşên ser ruwê xwe û nêrandina çavê xwe baldikşîne, neçar dimîne bi dilêşiyek ji gund derbikeve û wan kêliyan wiha tîne bîra xwe û vedibêje: “Belê keça min berde mal û mulk, em neçar man dev ji gundê xwe berdin û me berê xwe da sînor. Bi cilûbergên ser xwe bi hewarî em ketin wesayîtên xwe. Ew cara yekemîn bû min hestên balkêş dijiyan. Niha jî ez nikarim bêjim ez çawa ji gundê xwe dûrketim. Ne dilê min ne jî çavê min dixwestin ji gund dûrbikevin, heyanî em ji gund dûrketin di nava bêdengiyeke matmayî de min li gund dinêrî.”


`Ez li ser xaka xwe me û ez bi hemû zehmetiyan razî me`


Dayîka Sedîqe di nava gotinên xwe de anî ziman ku ew li ser xaka xwe ne û bi hemû zehmetiyan razî ne. Ew jî yek ji wan dayîkên Kobanê yên li Tilşeîrê li ber xwe dane û ew rojên xwe weha anî ziman “ koçberiya ji gund li min giran hat. Lê belê me di nava êrîşên çeteyên DAIŞ ê de jiyan di nava wan derfetên kêm de avakir. Zarokên me yên hûr hebûn dibe ku me nikarîbû mîna gund di nava rehetiyê de bijîn, lê belê me li hemberî her tiştî li ber xwe da û berxwedaniya YPG ê û YPJ ê ew hêza berxwedaniyê didan me. Çeteyan li ser wê koçberiyê re bi topên xwe bi qenasên xwe êrîşdikirin û dixwestin jiyana me tevlî hev bikin. Bi wan rê û rêbazan dixwestin me ji xaka me dûrbixînin, lê belê negihîştin armanca xwe.”


`Bi mayîna xwe ya Kobanê ez li hemberî çeteyan têdikoşim`


Dayîka Sedîqe û malbata xwe li Kobanê ne û israrkirina xwe ya mayîna li Kobanê weha tîne ziman: “Ev du heyvin em li ser xaka xwe ne. Hêviyê min ê vegera gundê xwe qutnebûye. Dibe ku min nikarîbû ez çek rakim û li hemberî çeteyan şerbikim, lê belê min derketine ji gund nikarîbû rakim eger ez rojekê ji Kobanê koçber bibim ezê ji qehran re bimrim. Bila ez vegerim gundê xwe bila ez razî me heriya gundê xwe bixwim û bijîm.”


(np/zt)