Kobanê 68 rojin têdikoşe
10:16
JINHA
KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 68'an de berdewam dike. Li gel şerê giran her dem di ruyê şervanên YPG/YPJ'ê de ken kêm nabe û li dijî êrîşên çeteyan berxwedanek mezin nîşan didin. Ji berxwedana şervanên Kobanê yên li dijî çeteyen DAIŞ'ê têdikoşin hin dîmen û wêne.
Berxwedana Kobanê û êrîşên şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 68'an de berdewam dike. Şervanên kurd li dijî êrîşên çeteyan ên bi çekên giran bi çekên sivik Kobanê diparêzin. Şervanên YPG/YPJ'ê ku berxwedanek mezin li dijî êrîşên giran nîşan didin, li gel hemû zor û zahmetiyên jiyanê û şerê giran dîsa ken ji rûşê wan kêm nabe. Şervanên YPG û YPJ'ê bi şev û roj bê navber li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser piyan in. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi çekên sekvaniyê u karnasan êrîş pêk tînin û bê navber bi hawanan bajar didin ber guleyan. Di roja 68'emîn berxwedana Kobanê de çend wêne:
* Çeteyên DAIŞ'ê ketober guleyên hawan û topan davên nava bajar û guleyên neteqiyayî li kolan û qadan gefan dixwin.
* Di ruyê şervanên YPG/YPJ ku li eniya pêş şer dikin de kem û moral kêm nabe.
* Şervanên YPG'ê yên di eniyê de bêhna xwe didin.
* Mexazeyek ku cilên jinan ên bi guleyên hawanê qetiya ne tên firotin.
* Jinên ji bo zarok û şervanên di eniya Kobanê de şer dikin, xwarinê dipêjin.
* Berxwedana Kobanê 68 rojin didome. Lê kevokên Kobanê li gel şerê giran li ezmanên Kobanê azad difirin.
* Li Kobanê şer heye, dayik xemgîn, zarok bi hêvî û rûken in.
* Di destê çeteyên DAIŞ'ê de maşîneyên zirxî yên modelên dawî hene. Gelê Kobanê ku di ber xwe dide, bi xwe maşîneyên xwe ava dikin.
* Şervana YPJ'ê.
* Zaroka Kobanî ya li dijî çeteyên ku dixwaze Kobanê û Cîhanê tarî bike, bi çavên xwe şên diçirûse hevîya jiyanê dide derdorê.
(zt)

