'Kon bên rakirin jî wê nobed heta serkeftinê dewam bike'
11:10
JINHA
RIHA - Zexta leşkeran a ji bo rakirina konên li gundê Miseynterê, rastî nerazîbûnan tê. Nobedarên li gund destnîşan kirin ku di her şert û mercî de ew ê nobeda xwe bênavber dewam bikin.
Konên nobeda berxwedanê ya li gundê Miseynterê, ku parçeyek ji berxwedana hêzên YPG/YPJ a li Kobanê ye, di encama zexta giran a leşkeran de hatin rakirin. Leşkerên ku ev du roj in bi maşînên zirxî dor li gundê girtine û zexta rakirina konan kirin. Gelê li nobeda berxwedanê jî dan xuyakirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Kon bûye stargeh
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan da xuyakirin ku armanca bingehîn a van nobedên berxwedanê, piştgirîdayîna Kobanê ye û bi bîr xist ku ji roja destpêkê ve çalakiya nobedê rastî zexta leşker û polîsan tê. Îbrahîm ragihand ku konên hatine vedan, weke stargeh û cihê razanê tên bikaranîn, lê ew xweranegirtin û zexta li hemberî konan tê nîşandan, fêm nakin.
'Em ê heta dawiyê nobetê bigirnin'
Îbrahîm da zanîn ku armanca van zextan şikandina berxwedanê ye û got, "Naxwe, hebûna van konan zerarê nade kesî. Berxwedana li vir jî, kon jî mafekî rewa ye û em li dij in ku bikaranîna vî mafî bê astengkirin. Bi Walîtiyê re em li ser vê mijarê axivîn. Ew bi xwe jî nikarin vê helwestê rave bikin. Divê bi rêzdarî nêzîkatî li çalakiyên rewa û mafdar ê mirovan were nîşandan." Îbrahîm ragihand ku mirovên li vir dibêjin, "Di serma -10 pileyî de jî em biqefilin, em ê nobedê bigirin" û biryardariya xwe nîşan dane.
Nobedarên li gundê Miseynterê jî nerazîbûn nîşanî dorpêçî û zexta leşkeran dan. Berxwedêrê bi navê Abdulhalîm Vural da xuyakirin ku leşkeran bêyî biryarek hebe bi awayekî kêfî konên wan rakirine û anî ziman ku tevahiya konên wan bên rakirin jî ew ê nobeda xwe dewam bikin. Halîme Ata jî wiha got: "Ya ku tê xwestin li vir bê kirin, çavtirsandine. Lê ev ne pêkane. Gelê Kurd wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoş e." Berxwedêreke din Ayşe Vefa jî diyar kir ku hebûn yan jî tunebûna konan, wê bandorê li nobeda wan neke.
(zt)

