Hivda Hebun: Em mîrasê Deniz Firat didomînin
11:43
Asiye Tekin/Zeynep Dicle/JINHA
MEXMÛR – Li Kampa Mexmûrê Rojnameya Rojev ji sala 2004’an heya niha weşanê dike. Ji nûçegihanên rojnamê Hivda Hebun di derbarê xebatên xwe de wiha dibêje: “Em li vê derê kevneşopî û mîrasa ku Deniz Firat û Apê Musa ji bom e hêlayî berdewam dikin. Deniz Firat edîtora rojnameya mebû. Em nûçegihanên wê di rêya wê de dimeşin.”
Kampa Mexmûr ya xwediyê şêniyek 12 hezariye bûyîbû hedefa êrîşên DAIŞ’ê û bi berxwedanek mezin ji destê DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Ji bo penaberiya Mexmûrê di rojeva kurdan de bê hiştin Rojnameya Rojev ya bi tîpên latînî li Herêma Federala Kurdistanê derdikeve rolek giring dilîze. Rojnameya ku bi xebata 5 kesan derdikeve li kampê tê belavkirin. Li gel xwendekarên rojnamê yên kampê li gelek bajarên Herêma Federala Kurdistanê jî tê belavkirin û xwendin.
‘Denîz Firat edîtora rojnameya mebû’
Nûçegihana Rojnameya Rojev Hivda Hebun diyar kir ku derketina rojnameya wan pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Hivda bilêv kir ku zarokên Mexmûrê rojnamê belav dikin û wiha domand: “Em li vê derê kevneşopî û mîrasa ku Deniz Firat û Apê Musa ji bom e hêlayî berdewam dikin. Deniz Firat edîtora rojnameya mebû. Em nûçegihanên wê di rêya wê de dimeşin. Zarokên Mexmûrê jî weke generalên Apê Musa rojnamê digihînin ber destê xwendekarên wê.”
(zt)

