Li sînor ligel baranê zîncîra mirovan pêk hat
13:34
JINHA
RIHA - Li gundê Miseynterê yê ku leşkeran konên çalakvanan rakirin zîncîra mirova hate lidarxistin. Welatiyên tevlî çalakiya zîncîrêbûyîn ligel barana dibariya berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin.
Nobeta berxwedanê ya li gundên Mehser û Miseynter ên li xeta sînorê Pirsûs û Kobanê bi çalakiyan berdewam dike. Li gundê Miseynterê yê ku leşkerên tirk du rojan li ser hev dorpêç kir û konên welatiyan bi zorê rakirin welatiyên di nobeta berxwedanê de zîncîr mirovan pêk anîn. Welatiyan li gel hewayê sar û baran dibariya destên hev girtin û dirûşme berz kirin û srudên Kobanê gotin. Welatiyan diyar kir k heye Kobanê bi tememî azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin.
(zt)

