Cenazeyê şervanê YPG'ê Kanîwar Efrîn anîn Rihayê

15:44

JINHA


RIHA  – Şervanê YPG'ê Kanîwar Efrin (Şoreş Efrin) di encama şerê li Kobanê jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî anîn Saziya Tipa Edliyê a Rihayê.

Şervanê YPG'ê Kanîwar Efrin (Şoreş Efrin) di encama şer û pevçûnan de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, di saetên nîvro de cenazeyê wî ji aliyê MEYADER'ê ve ji deriyê sînor ê Mûrşitpinarê hate girtin birin Saziya Tipa Edliyê a Rihayê. Piştî karê otopsiyê wê cenazeyê Kanîwar Efrîn bi ser Kilisê re ber bi Kantona Efrînê ve were oxirkirin.

(zt)