Rûyê jinan ê bajar (DOSYA 6)

08:58

 


Jinên Bedlîsê bi baviksalarî û muhafazakariyê re rû bi rûne


Gulşen Koçuk / JINHA


BEDLÎS – Yek ji bajarên ku dibin bandora civaka baviksalarî û olî de mayî Bedlîs e. Li Bedlîsê hîn hepsê mal û taxan bûne. Jinên Bedlîsê diyar kirin ku ew tişên ku dibin navê “alîkariyê”de ji wan re tên dayîn naxwazin, ew dixwazin qadên îstîhdamê ji wan re bên avakirin. Jinên ku hepsê malê hatine kirin û destûr nayê dayîn ku derbikevin koçeyan, anîn ziman ku divê dimildest jin bên zanekirin, bibin xwedî hewldan û li dijî hişmendiya zilam têkoşîneke hevpar bidin meşandin.


Pirsgirêka azadiya jinan û her cure tundiya li ser jinan gerdûniye. Her çiqas ev yek pirsgirêkeke civakî be jî, ev pirsgirêk li gorî taybetmendiyên erdnîgariyan û bajaran cudatiyê wan heye. Weke her cihî li bajarê Bedlîsê jî pirsgirkên jinan pir tên jiyîn. Li gel ku dinava xwediyên bajar de jin jî hebin, koçe û hemû qadên kar aîdê mêrane. Jin li gorî hebûna zilam û jiyana wî, teşe didin jiyana xwe. Jinên ku hepsê malê hatine kirin, li vir ji aliyê pergala zilam û dewletê ve du caran hepsê malê hatine kirin. Jinên ku xwediyê bajarin dibêjin ku li bajar pirsgirêka herî mezin îstîhdame. Jin li bajar hem ne xwedî gotinin, hem jî dewlet ji bo wan qadên kar ava nakin. Cardin dewlet dibin navê alîkariya “pereyên didin zarokan” û “alîkariya komirê” de jinan bi xwe dide girêdan.


‘Li bajar jin ne xwedî gotinin’


Jina bi navê Bêrîvan Saz ku li Betlîsê dijî diyar kir ku dinava jiyanê de cih nagirin û wiha axivî: “Ev yek bandora xwe ji desthilatdariya zilam digire. Heya ku zilam destûr ne de jinan, jin nikarin derbikevin derve. Rewaş ku jin ‘Muhtaçê zilam in’ li Bedlîsê pir tê dîtin. Dîsa li Bedlîsê pirgirêka jinan a aboriyê pir zêdeye. Di serdema hikûmeta AKP’ê de jin alikariya pereyên zarokan, erzak û komurê digirin. Jin fêrî vê yekê kirine. Ji ber vê yekê jin dibêjin ‘bila alîkarî ji me re were, tişteke din ne girînge.’ Dixwazin jin bi vê fikrê bijîn. Hikûmet dibin navê alîkariyê de dixwaze jin hêza xwe ya cewherî winda bikin.Ger ku jin bixwaze dikare her tiştî bike. Divê jin bixwebite û pereyê xwe bi xwe qezenç bike. Pêdiviya jinan bi AKP’ê tuneye. Divê polîtîkayên dewletê pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bike û ji bo jinan derfetên kar ava bike. Li Bedlîsê lazime qadên ku jin xwe lê îfade bikin, bên avakirin û jin di her qadê de cihê xwe bigirin.”


‘Jin xwe muhtacîn zilaman dibînin’


Jina bi navê Emel Tadîk diyar kir ku jinên Bedlîsê gelek pirsgirêkê cuda re ru bi rune û jinan bi taybetî xwestin ku malên jinan werin vekirin. Emel da zanîn ku di nava jinan de nivîsandin û xwendin pir kême û wiha got: “Her wiha ji ber di aliyê ekonomiyê de jin ne azadin xwe muhtacî zilaman dibînin. Divê ji bo jinan qurd werin vekirin û perwerde bê dayîn. Ji ber ku jin xwe muhtacî zilam dibînin şîdetê qebûl dikin. Gelek jin vê yekê ji bo xwe rewa dibînin. Ger projeyên ji bo jinan bikevin meriyetê dê jin neyên perçiqandin.”


‘Divê em jin dest bidin destê hev’


Jina bi navê Camiye Beyandir da zanîn ku jin dibin zextan dene û wiha axivî: “Jin ji ber zextên zilaman nikarin derbikevin derve. Em carna dixwazin jin bêm gel hev lê jin ji ber tirsa hevjînên xwe dibêjin em nikarin bên. Divê em jin dest bidin destê hev.  Divê em têbikojîn û mafê xwe bidest bixin. Bivî awayî di malê de girtina jinan, jinan teşvîkî zarok anînê dikin. Em dixwazin ji bo jinan cihên kar bên avakirin.”


‘Jin di xebitin zilam jî li qehweyan rû dinên’


Jina binavê Nebîle Akkurt destnîşan kir ku ew di bîstan û baxçeyan de di xebitin hevjînên me jî di qehwe û bazaran de rûdinên û wiha got: “ Em wek jin li zarokan xweyî dikin, xwarin çêdikin, cilan dişûn. Lê belê ne dixema zilaman deye karê ku em dikin.” Nebîle da zanîn ku li herêma jiyan dikin derfeta kar tuneye û wiha axivî: “Ger ku kar heba em ê bi xebitiyana. Lê belê kar tuneye. Tayyîp Erdogan dixwaze bi maaşê zarokan me bi xapîne.” Nebîle da zanîn ku hevjînê wan jî van pereyan dibin li qehweyan xerc dikin.


‘Di raya giştî de jin tune ye’


Civaknasa Şaredariya Bîtlîsê Çîlem Engîn jî der barê pirsgirekên ku jin li Bedlîsê jiyan dikin axivî. Çîlem da zanîn ku çawa ku li tevahiya herêmê desthilatdariya baviksalarî û dînî heye di heman demê de li Bedlîsê jî heman pirsgirêk heye. Çîlem diyar kir ku gelek caran jinên ku li Bedlîsê jiyan dikin di ferqa problemên ku jiyan dikin de nînin û wiha axivî: “ Cîhana jina bi taxên wan ve sinordare. Di qada giştî de jin tuneye. Dinava esnaf û Odeya Hunerê de tenê qeyda 30 jinan heye. Lê belê dema mirov lê dinêre dibîne ku tenê ji sedî 2 -3 ji wan jin dikin.” Çîlem destnîşan kir ku ji bo ku jin xwe nasbike pêwîstî perwerdê û zanabûnê heye. 


‘Herî zêde jin di saziyên fermî de di beşên alîkariyê de cih digirin’


Çîlem ragihand ku daxwazên jinan ên ji şaredariyan ew e ku qadên îstîhdamê bên vekirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev daxwaza ku jin dikin, me dixwe nava kelecaniyekê de. Ji ber ku jin êdî dikevin ferqê. Gelek jin di çarçoveya projeyên kursan de xwe berhemdariyên mezinin. Lê jin pirsgirêkên ku berhemên xwe li cihekê bifiroşin heye. Divê li ser vê mijarê hem jin bê zane kirin, hemî ji bo tevli qada aboriyê bibin, qadên keda jinan lê derbikevin holê bên avakirin. Em difikirin ku qadekê bazarê ji bo jinan avabikin û wê qadê teslîmî jinan bikin. Em armanc dikin ku piştî perwerdeya bazariyê, kooperantîfan avabikin. Li Bedlîsê herî zêde jin di beşên saziyên fermî de tên dîtin. Mirov nikare jinan li bazaran bibîne. Li Bedlîsê di aliyê famkirinê de tengasiyek heye û em jî dixwazin vê fikra teng ji holê rabikin.”


‘Tê xwestin ku jin ji jiyanê bên qûtkirin’


Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran diyar kir ku wan di pêvajoya hilbijartinên herêmî de herî zêde têkilî bi jinan re danîne. Nevîn anî ziman ku li Bedlîsê dixwazin jinan bêxin malan de û ji jiyanê qut bikin. Nevîn bi lêv kir ku hem ji aliyê zilam ve hem jî ji aliyê pergalê ve “jina herî baş ew ya ku dimala xwe de dirûne û dengê xwe dernaxiye ye.” Nevîn bi bîr xist dê di her qada jiyan ê de jin werin bi cihkirin û xebat were meşandin.


‘Em ê hepiskirina jinê tune bikin’


Nevîn destnîşan kir ku li Bedlîsê rengê zilam serdetse. Nevîn anî ziman ku jinên ku ji aliyê zilam û pergalê ve hatîne hepiskirin ew ê, wê yekê pûç bikin.  Nevîn diyar kir ku ev bi sala ne gelê kurd têkoşîneke mezin dide meşandin û ev tişt anî ziman: “ Nîviya têkoşînê jî ya jina ne. Gelek mînakê mezin yên jin hene; weke Zîlan, Bêrîtan, Sema, Bêrîvan, Ronahî, Sara û Arîn Mîrkane. Em ji bo jinan behsa van xwedawendan dikin. Em ji jinan re dibêjin; ‘Lê binêrin jinan ev jiyan jî heye.’ Ev jin jî dixwazin jin bibin xwedî îrade. Divê ku em weke jin têkoşîna van lehengan bi domînin. Ku em nikarin tiştekê bikin jî, em bi zimanê zarokên xwe viya mezin bikin û çanda xwe bidin jiyan kirin. Dê êdî li Bedlîsê jin, zilam û ciwan jî bên guhertin.”


Sibê: Stenbol


(aw)