Ji hunermendên NÇM’ê banga tevlîbûna çalakiyên 27’ê Mijdarê
09:24
Dilan Karamanoglu/JINHA
STENBOL- Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê hunermendên NÇM’ê dê li 27 deverên Stenbolê konserên ku amadekirine pêşkêşî temaşevanan bikin. Ji hunermendên NÇM’ê Rojda Şenses û Zelal Gokçe banga tevlîbûna konseran kirin.
Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya bi wesîleya 27’ê Mijdarê 36’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ê bi konserên xwe yên amadekirine dê derkevin ser dikê. Hunermendên NÇM’ê 27 konser amadekirine û dê li deverên cud cuda yên Stenbolê pêşkêşbikin. Hunermend Rojda Şenses girêdayî amadekariyên xwe û giringiya rojê axivî û diyar kir ku roja 27’ê Mijdarê ji bo gelê kurd tê wateya berxwedanê û wiha got: “Bi salane ev roj bi kêf û şanaziyek mezin tê pêşewazîkirin û pîrozkirin. Weke her salê em hunermend jî emê din ava şahiyan de cîh bigirin.” Rojda balkişand ser giringiya 27’ê Mijdarê û wiha domand: “Ez bang li tevayî gel dikim. Werin em hemû bi hev re bi şanazî vê rojê pîroz bikin.”
‘Dema ku şoreş bihêz dibe bi hêzbûna wê re dilê me jî bi hêz dibe’
Hunermend Zelal Gokçe jî bilêv kir k udi van 36 salên derbazbûyî de gelê kurd bi hêzbûna şoreşê re ked û berxwedanek mezin dane û wiha berdewam kir: “Hîna şoreş berdewam dikin. Dema ku şoreş bihêz dibe bi hêzbûna şoreşê re dilê me jî bi hêz dibe. Divê hîn zêdetir em vê şoreşê bihêz bikin û xwe tevlî bikin.”
Ji bo 27’ê Mijdarê bang li tevahî gel kir
Zelal destnîşan kir ku wan weke hunermendên NÇM’ê bernameya ku ji bo 27’ê Mijdarê amadekirine dê di navbera 22 û 27’ê Mijdarê de lig elek deverên Stenbolê pêşkêş bikin û wiha dom kir: “Damezrandina PKK’ê lig elek devernên cîhanê tê pîroz kirin. Emê jî weke hunermendên NÇM’ê beşdarî bernameyên Stenbolê bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînîn çalakiyên 27’ê Mijdarê.”
(zt)

