Li Hewlêr agir bi malekê ket û yek jê zarok 3 kes şewitîn

09:38

JINHA


HEWLÊR - Li bajarê Hewlêr yê Herêma Federala Kurdistanê serê sibê agir girte malekê. Di encama şewata derket de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.


Hat hînbûn ku li bajarê Hewlêr yê Herêma Federala Kurdistanê serê sibê agir bi malekê ket. Li gorî agahiyên hatin girtin serê sibê li Hewlêr agir bi malekê ket û mal bi girştî şewitî. Di encama şewata derket de jina bi navê F. M (28) mêrê bi navê H.N (25) û zarokê bi navê Jîr yê 11 salî şewitîn û jiyana xwe jidest dan.


Hîna sedema derketina şewatê nayê zanîn.  


(zt)