Dayika şervanê YPG'ê Xelîl: Ew teyrekî di bihuştê de difire

10:20

 


JINHA


RIHA - 7 malbatên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin gundê Gokkan ê Pirsûsê di dibistan û du konan de têkoşîna jiyanê didin. Dayika şervanê YPG'ê Xelîl Elî Îbrahîm Medîne Mehmut Nehsan dema sersaxiyên kurê xwe dikir neçar ma sînor derbas kir wiha got: "Ew teyrekî di bihuşê de difire. Dê dayik û bavên xwe jî bigire cem xwe. Rêhevalên wî dê Kobanê azad bikin û em ê vegerin."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê di roja 69'emîn de berdewam dikin. Bi hezaran welatiyên Kobanê yên hatin Pirsûsê bi hesreta axa xwe dijîn û biryarbûna xwe ya berxwedanê jî zêde dikin. 7 malbatên ji Kobanê hatin li gundê Gokkan ê Pirsûsê bi cih bûn li dibistanê û du konan de di nava şertên zor de bi hesreta axa xwe dijîn. Malbat zarokên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin wiha dibêjin: "Em bi hesreta roja vegerin ser axa xwe ya me li ser şehîd dayîn dijîn."

'Kobanê axa me ye'

Welatiyê bi navê Elî Îbrahîm (74) ê ku ji gundê Taşluga Jêr ê li başûrê Kobanê hatî di dibistanê de bi 4 malbatan dijî. Elî diyar kir ku kurê wî şervanê YPG'ê Xelîl Elî Îbrahîm (Bahoz Çiya) li rojhilata Kobanê li Ehmediyeyê dema li dijî çeteyên DAIŞ'ê ber xwe da jiyana xwe ji dest û wiha got: "Cenazeyê wî di destê çeteyan de ma. Me sersaxî danî. Lê ji ber çete gihîştin gundê me em neçar man hatin sînor. Me sînor derbas kir û em rojekê li derve man. Em niha jî weke derve ne. Em di odeyekê de 4 malbat dimînin. Li vir niha tu tiştê me tuneye. Hewcehiya me bi her tiştî heye. Biraziyê min jî şehîd e. Kobanê axa me ye. Baweriya me bi rêhevalên şehîdên me heye û em li benda roja veger in."

Hesreta ji Bahoz re

Dayika şervanê YPG'ê Îbrahîm Medîne Mehmud Nehsan jî diyar kir ku dema sersaxiyên kurê xwe qebûl dikirin neçar man ji gund derkevin û dema behsa cenazeyê kurê wê di destê çeteyan de ma dikir demên hestiyar jiyîn. Medîne, anî ziman ku kurê wê zarokê malê yê herî biçûk bû û delaliyê wan bû û wiha got: "Ez niha muhacir bûm. Xweziya kurê min jiyanaba bila torbe bi stuyê min ve girêdaban û min parsekî kiriba. Ez gelek bîra wî dikim. Ez her tim li wî digirim lê peyda nakim." Medîne da zanîn ku kurê wê talukeya çeteyên DAIŞ'ê dît û çû berxwedanê û pişt re kurê xwe winda kir û wiha axivî: "Em her tiştê xwe hişt em hatin. Dema em li ber vê dibistanê radiketin welatiyan em hilgirtin hûndir. Di dibistanê de pez dihate xwedîkirin. Em paqij kir û em ketinê. Niha jî em weke pez bi zarokên xwe re di odeyekê de radikevin. Ligel van hemûyan ez her tim berê xwe didim yên tên. Dibe ku Bahoz be. Ez niha li ber diwaran bûm jineke muhacir. Çavên min li rê ne. Ew li bihuştê bûye teyrek. Dê dayik û bavên xwe jî bigire cem xwe. Rêhevalên wî dê Kobanê azad bikin û em ê vegerin."

(zt)