Dibe ji ber mayinê çavên Beşar kor bibin
10:27
JINHA
RIHA - Li gorî peymana navneteweyî qedexekirina mayinan jiyana mirovan dixe nava xeteriyê. Herî dawî mayinên ji aliyê leşkerkên tirk ve li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê hatine danîn di destê 3 kesan de teqiya. Beşar Mahmud (14) ê xalê wî di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da, ew û hevalê wî birîndar bû. Ger Beşar neyê dermankirin xetereya çavên wî kor bibin heye.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi minasebeta dakirkirina Kantona Kobanê li ser sînor radiwestin, vê carê bi mayinên leşkerên tirk danîne jiyana xwe ji dest didin. Di 2 mehên dawî de ji ber teqîna mayinan gelek welatî birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan welatiyên ji gundê Xanê yê Kobanê hatin li ser sînor, li qada mayîna têne rawestandin. Beşar Mahmud ê 14 salî ku di jiyana xwe de mayin nedîtiye. Beşar anî ziman ku xalê wî mayina li erdê dîtiye rakiriyê û mayin pê de teqiyaye. Di encama teqînê de xalê min jiyana xwe ji dest da, ew û hevalê xwe birîndar bûn.
Wan li cihê mayinan kom kirin
Beşar tiştên ji beriya mehekê bi serê wî de hatiye wiha vegot: "Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê em neçar man ku ji gundê Xanê hatin gundê Tilşeîrê. Çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanê êrîşî gundê me dikir. Li cihê em dijiyan rexmê mayin jî hebû lê belê me nizanîbû bê mayin tiştekî çawa ye. Xalê min Mahmud Ehmed Elî mayina li destê rakir û bi carekê de teqiya, di wê demê de xalê min jiyana xwe ji dest da, dîsa hevalê min Diyar Elî jî birîndar bû 4 tiliyên wî hatin jêkirin, ez ji di wê demê de ji çavê xwe yê çepê û parçeyên li rûyê min ketin birindar bûm. Piştî ku em rakirin Nexweşxaneya Rihayê me emeliyat kirin. Piştî wê em hatin li ba malbata min a li konbajarê Kader Ortakaya de dimîne bi cih bûn. Ji bo ku em ne bin hedefa topên çeteyên DAIŞ'ê em hatin li ser xeta sînor, lê belê leşkerên tirk em li qada mayina kom kirin, eger me zanîba mayin çi ye em ê li wir nemana."
Pêwîst e li Enqereyê were dermankirin
Bavê Beşar Mahmud, Mahmud Ahmet bilêv kir ku pêwîst e çeteyên DAIŞ'ê werin lanetkirin û wiha domand: “Ji ber mayinê leşkerên tirk kurê min bi korbûnê re rû bi rû ye. Dema em hatin li ser xeta sînor me ji zarokên xwe re negot em li qadek bi xetere ne. Ji ber parçeyên mayinê yê li ser canê kurê min ketiye pêwîst e carek din were emeliyatkirin. Pêwîst e kurê min li Enqereyê were tedawî kirin. Lê belê çeteyên DAIŞ'ê em wêran kirin, niha ji derveyî cil û bergên ser me tiştek me tune ye. Li aliyekê zilma çeteyên DAIŞ'ê, li aliyê din ji ber mayinê leşkerên tirk her roj welatî tên qetilkirin.”
Li gorî peymana navneteweyî divê Tirkiye mayinên ser sînor rake û vê yekê di Peymana Ottowa ya 2004'an de îmze kiribû. Divê mayin heya 2008'an hatiba paqijkirin, lê belê her roj li ser xeta sînor mirov jiyana xwe ji dest didin.
(zt)

