Girtiyên PAJK’ê: Emê Felsefa Gulê jîndar bikin
11:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PAJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî balkişandin ser rasthatina salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan û wiha gotin: “Em weke girtîyén PAJK'ê bang li hemû jinan dikin ku réxistina xwe xurt bikin û felsefeya Gulé di her qadan jîyané de jîndar bikin. Divé em jin bi parastina rewa xwe li hemû tax û kolanan rêxistin bikin.”
Girtiyên PAJK’ê di derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Girtiyan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku her diçe qetilkirinên jinan li tevahiya cîhanê zêde dibin û wiha gotin: “Ger li dunyayê her roj jin tén kuştin, li wé gerdûné jiyan dojehe. Jiyana kû jin û morovahî têde neçar hatine hiştin û pênc hezar sale berdewam dike jî dojeh e.”
‘felsefeya Gulé’
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Ne kémaniya morovahiyê, ne jî hézdarîya mér ya bedenî tu carî nebû sedema bindestî û serdartîyé. Lé hişmendîya çînîtiyé, çavsoriya deshilatiyê di hişmendiya mér de bû tundîya li hember Jinan. Rébertîya Konfederalizma Demokratik, li hember tundîya nérza felsefeya xwe parastiné û parastina rewa péş xist û weke ‘felsefeya Gulé’ bi nav kir. Îro li welaté me jî her roj jin tén kuştin û bi vê tundiyé re rû bi rû dimînin. Her tûndîya ku li hember jinan pék té, kém réxistina me û nebûna felsefeya Gulé nîşanî me dide.”
‘Mirovên nikarin xwe biparêzin dê azad nebin’
Di daxuiyaniyê de bang li jinan hati kirin û wiha hat berdewam kirin: “Em weke girtîyén PAJK'ê bang li hemû jinan dikin ku réxistina xwe xurt bikin û felsefeya Gulé di her qadan jîyané de jîndar bikin. Divé bi parastina hişmendi ya fizikî em xwe li hemû tax û kolanan rêxistin bikin. Divé di kolan, tax û gündén me de tu jin li hember tundiyé xwe bé parastin û bé çare nebîne. Divé héza jiné ya rêxistinbûyî bi helwest û şiyariya xwe li ba hemû jinan bin. Divé em tu caran ji bir nekin ku; kesén nikarin xwe biparézin, dé azad nebin. Mér çendî biguhere jî dé nebe parézvané jinan û teminata azadîya jinan. Em bi mebesta salvegera 25'é Mijdarê hemû tundiya ser jinan şermezar û lanet dikin. Em dibéjin Berxedan jîyane.”
(ma/zt)

