Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeke demokratîk em xwedî proje ne

11:03

JINHA


EFRÎN – Di civînek ya TEV- DEM’ê ya li herêma Efrînê hat li darxistin de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed axivî û diyar kir ku ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeke demokratîk ew xwedî projeya çareseriyê ne û wiha got: “Ji bo parastina herêmê divê em amadekariyên xwe yên rêxistinî û leşkerî bikin.”


Di çarçoveya civînên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê de li gundê Qota yê navçeya Bilbilê ya Efrînê civîneke berhireh hat li darxistin. Di civînê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed û bi sedan welatiyên navçeyê amade bûn. Di civînê de Îlham Ehmed derbarê berxwedana Kobanê ku ev bêtirî du meh in didome de axivî. Îlham destnîşan kir ku şervanên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bê hempa didin meşandin. Îlham da xuyakirin ku rola gelê Kurd bi piştgiriya Kobanê re û pêkanîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê de gelek girîng bû.


‘Ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeke demokratîk em xwedî proje ne’


Îlham di axaftina xwe de got ku dewleta Tirkiyeyê li dijî vîna gelê Kurd siyasetên taybet dimeşîne û piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên li dijî herêmên Rojava de dike. Îlham da zanîn ku li aliyekî din dewleta Tirkiyeyê siyaseta durûtiyê dimeşîne û dibêje ew pêngava çareseriyê dimeşîne  û bi vê yekê hewl dide kurdan bixapîne. Îlham di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku xeta sêyemîn ku gelê Kurd û TEV-DEM’ê ji destpêka şoreşê ve pejirandiye, riya rast e û wiha domand got: “Ev yek di îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ewlekariya ku li herêmên Rojava hatiye peydakirin, diyar dibe. ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeke demokratîk em xwedî proje ne.”


Derbarê girîngiya rêxistinkirinê û parastina herêmê de Îlham di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ji bo parastina herêmê divê em amadekariyên xwe yên rêxistinî û leşkerî bikin.” Îlham bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî nava xebatên parastinê bibin û erka xweparastinê bi cih bînin.


Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jin û mêran kir ku fêrî bikaranîna çekan bibin.


 (zt)