Berxwedêrên ser sînor duruşmên berxedanê bilind kirin
12:07
JINHA
RIHA – Berxwedana Kobanê di roja 69’emîn de berdewam dike. Welatiyên çalakiya berxwedanê ya ser sînor yên li gundên Mehser û Miseynter ê zincîra mirovahiyê pêkanîn. Bi hezaran welatiyên ku destê hev girtin berê xwe dan Kobanê û duruşme bilind kirin.
Berxwedana Kobanê di roja 69’emîn de berdewam dike. Di heman demê de çalakiya welatiyên ser sînor ya ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê jî berdewam dike. Welatiyan li gundên Mehser û Miseynter ê zincîra mirovahiyê pêkanîn. Zincîra mirovahiyê ya ku ji bo çalakvanên ser sînor bûye kevneşopiyek her roj di heman saetan de tê lidarxistin. Îro jî di saet 10.30’an de welatiyan destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Di çalakiya ku bi hezaran welatî beşdarbûn de duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” û “Dê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bibe goristan” hatin bilind kirin.
(zt)

