Delegeya Rojhelat Semîra Selewatî: Şîrîn Elemhulî, bû sembola têkoşîna jina azad û demokratîk

11:55

 


Hazal PEKER – Hangül OZBEY – JINHA 


HEWLÊR – Delegeya Rojhelat Semîra Selewatî ku di Konferansa Netewî ya Jinê de axivî, balkişand ser zextên rejima Îranê yên li ser jinê û got “Şîrîn Elemhulî, bû sembola têkoşîna jina azad û demokratîk.”  


2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, di roja duyemîn de jî, didome. Rûniştina yekemîn a konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê tê lidarxistin, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ didome. Delegeya Rojhelat Semîra Selewatî ku di panelê de axivî, diyar kir ku kurd ev bi sedan salan e têkoşîna ji bo jiyana azad dimeşînin. Semîra, balkişand ser pirsgirêkên ku di nav malbatên civaka bi feraseta zilam tên birêvebirin de zêde dibe û wiha got: “Li Îranê bi zextên civakî re, bê exlaqî, nelirêtî û fihûş zêde bû. Hê em di destpêka sala nû de ne, lê hejmara dardakirinan gihîşt 300’î.” Semîra destnîşan kir ku li Îranê gelek rojnamevanên jin girtî ne û axaftina xwe wiha domand: 


“Şîrîn Elemhulî, bû sembola têkoşîna jina azad û demokratîk. Yekîtiya Jinên Kurd a Netewî, pêwîst e ku li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd bê avakirin. Tevgera jinê, tevgera herî girîng a li ser esasa wekheviyê ye. Divê têkoşîna jinê, beriya hemû têkoşînan bê meşandin.”


Wêne - Kamera: Hazal PEKER - Hangül OZBEY


(ho/hp)