Li Cizîrê Dayîkên Şemiyê di hefteya 310'emîn de hatin bahev

14:21

JINHA


ŞIRNEX - Li Cizîrê Dayikên Şemiyê di hefteya 310'mîn de hatin ba hev û pirsa kujerên Omer Candorukê ku ajokarê texsiyê  bû ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin  kirin. Hevjîna Omer Hanim Candoruk axivî û got: "Heya dilopa xwîn xwe  ya dawî emê lêgerîna adeletê  bidomînin."


Bi mebesta pirskirina windahiyên xwe her hefte Dayikên Şemiyê ku çalakiyê li dar dixin vê heftê jî di hefteya 310'emîn de careke din hatin gel hev. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên di salên 1990'an de hatine windakirin hilgirtin, di ketina kolana Sanatê de hatin gel hev û pankarta wêneyên windahiyên xwe vekirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Meclîsa Jinan a KESK'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD û endamên Meclîsa Dayêkên Aştiyê tevli çalakiya vê hefteyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de her hefte çîroka windayekê tê xwendin. Vê hefteyê jî çîroka Omer Candorukê ajokarê texsiyê ku bi tevî 3 kesan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin û qetilkirin hate vegotin. Hevjîna Omer Hanim Candoruka çîroka hevjînê xwe vegot.


‘Divê bûyerên heya niha tarî hatine hiştin bên ronîkirin’


Hanim aqubeta hevserê xwe pirsî û diyar kir ku, hevserê wê 1994'an de ji aliyê JİTEM'ê ve bi awayê kiriyar nediyar hat qetil kirin û wiha got: "Hevserê min di navbera Cizîr û Sîlopî de ajokertiya taksiyê dikir. Hevserê min û sê kesên ku pêrebûn qetil kirin. Ên ku hevserê min qetil kirine endamê JÎTEMÊ Abdulhakîm Guven, Cemal Yuzbaşı, Hidir, Kamîl Atak û hevalên wî bûn. Li Amedê di daweya JÎTEM'ê de ev kes hatibûn darizandin, lê belê hemû serbest hatin berdan. Em wek malbat vê yekê napejrînin. Bûyrên ku di taritiyê de hatine hêştin, em dixwezin bê ronî kirin. Van kesan hevserê min qetil kir. Di nava rojê de bi awayek eşkere hate kirin. Şahîdê bûyerê hîna dijîn."


Hanim wiha domand: "Endamên JÎTEM'ê piştî hevserê min qetil kirin, bi tirimbêlê hevserê min di kolanên Cizîrê de digeriyan. Bi salane em daxweziya adeletê dikin. Tû caran emê ji tekoşîna xwe paşda gav navêjin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî emê lêgerîna adeletê bidomînin."


(rt/zt)