Jinan ji bo jinên li girtîhan kart şandin

15:05

JINHA


STAENBOL- Bi armanca 25'ê Mijdarê, Komîsyana Jin ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji jinên girtîgehan re kart şandin.


Bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li hember Jinan  Komîsyana Jin a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji jinên li girtîgehên Bakirkoy û Gebzeyê re kart şandin. Jinên ku li Meydana Galatasarayê hatin ba hev, bi pankarta "Di girtîgehê de ji şideta ser jinan re bese" vekirin û bi dûrişmên "Şîdeta ser jinan re na", "Jinên girtîgehan ne tenêne" qêriyan. Seza Mîs Horuz li ser navê jinan axifî û got: "Divê jin li hember şer û şîdetê yekbin." Piştî axaftinê helbesvan Guleser Yorulmaz, helbesta bi sernava "Navê min Jine" xwand.


Jinan ji Meydana Galatasarayê çûn avahiya PTT'ê û kartên ku ji bo jinên girtîgehan amede kiribûn şandin.


(rt/)zt)