Jinan li Enqerê ji şîdeta mêran re gotin ‘Bese’
18:01
JINHA
ENQERE - Bi armanca 25'ê Mijdarê, li Enqerê bi hezaran jin hatin bahev û li hemberî şideta ser jinan,polîtîkayên AKP'ê û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê meşiyan. Jinên ji bajarên cûda yên Tirkiyê kombûn Şoreşa jinên Rojava silav kirin.
Bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li hember Jinan li Enqarê bihezaran jin hatin bahev. Jinên ku li hev kombûn li himberî hişmendiya desthilatdariya mêran ya dibe sedema qatil kirina jinan meşiyan. Jinan bi helwesta xwe ji şideta mêran û ji terora DAIŞ'ê re got “Bese". Bi tevlîbûna endamê KESK, DÎSK, TTB, TMMOB, HDK, DOKH, SKM, AKADER, MALA GEL, xwendekarên jin ên zanîngehê û endamên Nû ê jinên Demokratîk , li kolana Torsê hatin bahev. Jinan li wê bi rengê mor xwe xemilandin û govend girtin. Piştre jî heya Meydana Kolejê meşiyan.
Ji Mîrabelan ber bi Sakîneyan…
Jin li hember "Şer,hovîtiya DAIŞ'ê, deshilatiya mêr, şideta ser jin û cînayetên nefretê meşiyan. Jinan li pişt pankarta bi navîsa "Ji Piştevaniya jinan re sînor nîne" meşiyan. Di heman demê de wêneyên "Gulnaz Karataş(Bêrîtan), Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Denîz Firat û Kader Ortakaya hatin hildan. Herwiha pankartên weke "Ji berxwedarên jin ji Şengal heya Kobanê Azadî", "Ji Mîrabelan ber bi Sakîneyan ve, Em li Rojava Arînin û Kadera ku sînoran nasnakenin", "Li Rojhilata Navîn Jinin" û Li Tirkiyê li hember şerê qatilama jinan sînoran nasnakin" vekirin.
Li hemberî qetilama jinan hilperînên bi deng
Di meşê de dovîzên "Ji rewşê re deng bide û dawî li tundiya ser jinê bîne", "Ji bo aşitiya Rojava re alîkarbe", "Ji tacîza zayendi re na", "Bijî yekîtiya jinan", "Bijî berxwedana jinan", "Bijî piştevaniya jinan" rakirin û bi dûrişmeya,"Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedan YPJ'ê", "Keda me beden û nasnameya meye", "Cînayetên jinan Polîtike" û "Bi înadê îsyan” hatin qêrîn. Di meşê de jinan bi ekskesor an û rengê mor xwe xemilandin. Ji aliyê din jî hinek jin bi xwakirina komê pîrabokan û ketina qadê bal kişandin. Jinan bi tilîlî, çepik û fîtikan serhildanên hindirê xwe anîn ziman û heya dawiyê meşê jî bi şêweyê cûda reng dan çalakiyê.
Ji Anqerê heya Rojava silav
Jinên piştî meşê hatin Meydana Kolej, bi sitranê Kurdî û Tirkî govend girtin. Jinan bi dûrişmên xwe şoreşa jinan a Rojava silav kirin. Hevseroka giştî ya KESK'ê Şaziye Kose dema derket ser dîkê jinan silav kir. Şaziye ji tekoşîna Mîrabelan heya tekoşîna roja îro anî ziman û wiha got: "Dê şerê azadiyê ya jinên li Kobanê şer dikin me azad bike. Emê bi giyanî li gel hevalên xwe yên tekoşîna azadiyê didin û din ava şerê azadiya gelan yê ku mînakên wê di cîhanê de nehatîn jiyîn bin. Dê şoreşa jinê ya li Rojava şîn bûyî û deskeftiyên tekoşîna jinan di hişê me de rênîşan bidin.”
Daxuyaniya jinan bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê çalakiyê bi sitiranên koma Muzîkê ya Ax û Av ya NÇM’a Wêranşarê berdewam kir.
(rt/zt)

