Ruyê jinan ê bajêr (Dosya 7)
10:07
Jinên li Stenbolê bajarekî bi ekolojîk û bê zayendperest dixwazin
Mîzgîn TABO / JINHA
STENBOL: Bûyîna jinên metropolî pir zore. Yek ji cihê herî zêde cudahî heyî hem di aliyê kar, xebat, taciz, tecawîz lê tê jiyan kirin. Ger ku jin be, bi taybetî bi awayekî ku rastî her tiştî were ye. Dîsa di heman demê de gelek kes ji ber şerê li herêmê koçî Stenbolê kirine. Bi taybetî jî hem ji ber ziman, hem jî bûyîna jin jiyan bêhtir zehmet dibe. Li Stenbolê di heman demê de gelek jinên ku dixebitin qeydên wan nayên çêkirin bi vî awayî jî tên xebitan din. Yanî jiyanek pir zor û zehmet ji bo jinan heye li metrepolan.
Bajarên ku ji dîrokê heya niha bi desthilatdariya zilam û bi desthilatdariya hegemonîk navendên nû ve dikin dibin sedem ku ruyê jinan yên di bajaran de neyê dîtin. Jinên ku bi salane li bajarên ku bi zîhniyeta zilam hatine teşe kirin jiyan dikin. Hem di qadên taybet, hem jî qadên civakî de bi polîtîkayên dewlet û zilam rastî tundiyên cûr bi cûr tên. Polîtîkayên desthilatdariyê li pêşiya jiyan û têkoşîna jinan dibin asteng. Jinên li Stenbolê dijîn hem di mal, kar, kolan, wesayîtande û di qadên giştî de rastî her cure tundiyê tên. Bajarekî ev qas mezin xwediyê û ev qas tişt lê tên jiyankirin lê belê jinên ku li Stenbolê dijîn jiyanek çawa dixwazin?
‘Her jinekî ku li bajarên evqas mezin bijî ew şergere’
Aktivîsta DOHK’ê Yurdusev Ozsokmenler ku li Stenbolê dijî destnîşan kir ku bajarên mezin ji bo jinan qadên şer in. Ji ber ku li bajêr rengê rêxistinbûnê bi awayekî musaît pêk tê. Yurdusev diyar kir ku ji ber ku bûye navenda hemû desthilatdariyê û hertişt li navendê kom dibe. Ji ber vê yekê jî li bajarên mezin jin ji bo jiyanê têdikoşin û wiha got: “Dema ku jin serê sibê diçin kar erebeyên ku giştî tiştan hildidin bi kartînin. Li wê derê jî rastî tundî û tacizê tên. Dema ku diçin kar jî dikevin dibin bandora zîhniyeta desthilatdar ya zilam de û rastî gelek tundiyan tên.” Yurdusev bi lêv kir ku di gelemperî de dema ku kar hatiye dabeş kirin mitfak dane jinan hêj ev rewş li bajarên mezin berdewam dike, ji bo wê jî jin lez bi lez diçin bazarê û bi wê lezê jî diçin xwarinê çêdikin û bi zarokan re eleqeder dibin ev yek dibe qada şer ya herî mezin. Yurdusev da zanîn ku ji ber vê sedemê heya ku dibe şev ‘wek ku ji şer derketiye’ xuya dike û dem nabîne ku xwe pêş bixe, ev jî bandora xwe li ser jinan dide meşandin.
‘Hêj nebûye şev jin diçin malê’
Yurdusev wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Navenda bajêr hemû ronahiye. Lê belê malên me hemûyan ne li navedan bajêrin, ji ber ku rûniştina li navenda bajêr luks û dûre. Dûrbûn jî tariye. Dema ku em diçin navendê nikarim heya direng bimînim, hêj dinya tarî nebûye em riya malên xwe digirin.” Yurdusev destnîşan kir ku divê rêveberên herêmî gavên ku jiyana jinan hêsan bikin biavêjin. Yurdusev diyar kir ku îhtiyacên jin û zilam yên li bajêr jiyan dikin ji hev cûdane.
‘Ez dixwazim li bajarekî ekolojîk û dostê jinan bijîm’
Yurdusev li ser pirsa hûn dixwazin li bajarek çawa bijîn wiha got: “Ez dixwazim li bajarekî ekolojîk bijîm” da. Yurdusev axaftina xwe wiha berdewam kir: “şînahî tuneye, em bêhn nagirin. Em nikarin cihekî rehet, rûniştîn û bêhn dayînê bibînin.” Yurdusev divê qadek rehet ya jinan hebe ku bikarin bêhn bistînin û pirsgirêkên xweyên heyî parve bikin. Yurdusev destnîşan kir ku gelek girînge ku qadên jin têde hilberînê bikin hebin. Yurdusev diyar kir ku divê rêgezên wekheviya jin û zilam ku wek hev bên meşandin bên pêk anîn û pêşxistin ku ev newekheviya heyî ji holê bê rakirin. Yurdusev herî dawî got ku ew dixwaze li bajarekî dostê jinan jiyan bike.
‘Pirsgirêka jinan ya beşbûnê heye’
Aktivîsa Mafê Jinan Ayla Kadîroglu jî wiha got: “Ez difikirin ku jin dikarin çiqas azad bibin û rehet bibin.” Kadîroglu diyar kir ku ez na fikirim ku jiyana jinan bê berpisyartî be. Ayla da zanîn ku we li welatekî ku ji bo keniya jinan jî têdikoşin dijîn û wiha axivî: “ Divê neyê fikirîn ku em bêberpirsyarin, di bajaran de pirsgirêka jinan ya beşbûnê heye. Di xwazin em li mal û kolanê îdeal bin, li kar jî tek bin. Ji ber vê yekê gelek beşbûn çêdibe. Ji ber ku li bajêr zayendperestiyek heye, ev yek me dixeniqîne. Zilam divan bajaran de vê yekê jiyan dikin û vê yekê bi ser jinana me didin hîs kirin ev yek neheqiyeke mezine. Jinan di têkoşîna ku dayîn de tiştek nema ku nekirin? Em ê xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser jî bikin.”
‘ Ez dixwazim li bajarekî ku nebim zayenda duyemîn bijîm’
Xwendekara binavê Maîde Gozteok wiha axivî: “ Ji ber bajarên mezin li ber serê mene mirov bêxem dibe.” Maîde diyar kir ku ji ber rewşa ku jin li bajarên mezin jiyan dikin mirov xemgîn dibe û wiha pêde çû: “ Vî bajarî gelek tişt nîşanî me da û lênêrandina me guherand. Lê belê em kor kirin di heman demê de. Ez dixwazim li bajarekî bêyî zayendperest jinan bikim û ez dixwazim li bajarekî ku zayendiyê di yek kategoriyê de negire dest de jiyan bikim.”
‘ Wekheviya bi firset jinên kurd girê nade’
Seroka berê ya GOÇ- DER’ê Şefîka Gurbuz jî da zanîn ku ger ku mirov pirsgirêka bi darê zorê koçberiyê bi nirxîne mirov nikare pirsgirêka kurdan jî cuda bigire dest. Şefîka diyar kir ku bi taybetî jî bi cihbûna ji nûde yanî vegera gundan divê ji bo avakirinê bê destgirti û ev tişt anî ziman: “ Yek ji xisûsek sereke bi darê zorê koçkirina jinan e. Divê ku bi taybetî êdî pirsgirêka ziman were çareserkirin. Divê ku perwerde tenê li herêman neyê sinordar kirin yanî divê ku li giştî bê belavkirin. Ji ber ku ziman yek ji xala herî serekeye ku li pêşiya jiyana jinan ya civakî dibe asteng. Her wiha wekheviya bi firset jinên kurd eleqeder nake.”
‘Travmaya jinên kurd bi çareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye’
Şefîka diyar kir ku li bajarên mezin jinên kurd qadên civakî ava dikin. Ev jî herî zêde mirov dikare di mîtîng, dawet û pîknikan de bibîne. Şefîka anî ziman ku gelek jin nikarin bi serê xwe li otobusan siwar bibin û biçin taxek din û jinên kurd li bajar li bodrum û cihên herî dûr jiyan dikin. Şefîka bi bîr xist ku jinên kurd ji ber şer direvin tên metropolan jiyan dikin. Şefîka anî ziman ku li ser jinan travmayeke mezin dijîn û ev tişt anî ziman: “ Dema ku min bi jinên ku bi darê zorê koçberbûne re axivî di mîmîkên wan û ruyê wan de ev yek pir vekirî xuya dikir. Travmaya jinên kurd bi çareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Bi rastî ger ku pirsgirêka kurd bi awayî binirx, aştî û biratiyê de were çareserkirin dê pirsgirêka jinan jî were çareserkirin.”
‘ Min dixwazim li bajarekî ku diwarên bilind lê tunebin bijîm’
Aktivîsta Hewldana Jinan ya ji bo Aştiyê (BÎKG) Ferîde Eralp jî bal kişand ser zor û zehmetiyê jiyana jinan ya Stenbolê. Ferîde destnîşan kir ku polîsên ku wek ewlekariyê pêş kêşî jinan dikin, têlên sînoran û kamerayên ku bi hinceta ewlehiyê hatine bi cihkirin ev hemû bê baweriyê hatine danîn û dema ku tiştek jî çêdibe jin serî li polîsan didin rastî nêzîkatiyên nebaş tên û wiha got: “Ez jinên ku dinava akrepê de rastî tacîzê tên û xwe difikirim.” Ferîde da zanîn ku jin bi her awayî ji aliyê polîsan ve rastî neheqiyê tên. Ferîde bi lêv kir ku jin her wiha di çalakî û kolanan de rastî heqaretên mezin tên. Ferîde diyar kir ku ew 3 hefteye li Pirsûsê dimîne û anî ziman ku ji bona wêna binirx bûna bajar li Pirsûsê dîtiye û wiha pêde çû: “ Dema ku mirov dibêje bajêr hertim, hêzên taybet, tang, wesayîtên zirxî tê bîra mirov û ev yek bi taybetî ji bo jinan tê wateyê ez difikirim. Em ê bi van mekanîzmayên ewlehiyê çawa bi ewle bin? Ez dixwazim li bajarekî bêyî polîs, leşler, kamerayên ewlehiyê û bêyî dîwarên bilind heyî jiyan bikim.” Her wiha jinên li Stenbolê bi giştî dixwazin bi awayî azad, jiyanek bêyî taciz, tecawîz, zayendperest û bi ekolojîk jiyan bikin.
Sibê: Wan
(aw)

