Zarokên bavê wan li eniya şer çavê wan li Kobanê ye
10:20
JINHA
RIHA - Gelek welatiyên Kobanê piştî zarokên xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xilaskirin û anîn Pirsûsê careke din ji bo li hemberî çeteyan axa xwe biparêzin vegeriyan Kobanê. Hevser û zarokên xwe yên çûn şer jî çav û guhê wan li agahiyên ji Kobanê bên in.
Malbatên kesên li Kobanê şer dikin li Pirsûsê têkoşîna jiyanê berdewam dikin. Piraniya welatiyên Kobanê yên dikarin şer bikin piştî malbatên xwe anîn Pirsûsê careke din ji bo şer bikin û axa xwe biparêzin vegeriyan Kobanê. Welatiyên Kobanê yên bi navê Zeyad Xalîb, Omer Qehreman û Abdulkerim Misto zarokên xwe li pey xwe hiştin û tevlî berxwedana YPG'ê bûn. Çav û guhê hevser û zarokên wan jî li agahiya ji Kobanê bên e.
'Heya Rojava ji çeteyan tê paqijkirin'
Şervanê YPG'ê Zeyad Xalîp li pey xwe 4 zarok hiştin û çû eniya şer. Hevser Fatma Edîlrizaq û zarokên wî li Konbajarê Kader Ortakaya dimînin. Fatma Edîlrizaq diyar kir ku hevserê wê roja YPG hate avakirin heya niha li hemberî çeteyên El Nusra, DAIŞ û hêzên din ji bo Kobanê biparêzer her tim di çeperên şer de cihê xwe girt û soz heya Rojava ji çeteyan tê paqijkirin dê ber xwe bide da.
‘Kobanê ji bo me pîroz e'
Fatma wiha axivî: "Hevserê min ji roja YPG hate avakirin heya niha bi awayekî dildar di eniya şer de cihê xwe digire. Li gundê Qilheydê yê em lê diman jî peywir dikir. Piştî çeteyên DAIŞ'ê bi tankan êrîş kirin hevserê min li Kobanê ma û em jî hatin Pirsûsê. Ji ber hevserê min li Kobanê têkoşînê dike û axa me ji metîngeran diparêze em bi wî serbilind im. Lê ji ber ku her tim zarokên min pirsa bavê xwe dikin ez hinekê dikevin zorê. Em bi bawerin ku xwîna şehîdên me li erdê namîne. Êdî em serî li kesên xwîna me dirêjin, çavê didin axa me û me talan dikin, natewînin. Rejîma Baas di nava me de reviya û niha jî ev çete dixwazin axa me dagir bikin. Wan jî êdî dît ku kurd serî natewînin. Êdî yên êrîşê li me dikin divê hesabên xwe baş bikin. Heke dê encama wan jî weke ya çeteyên DAIŞ'ê bibe. Şervanên YPG û YPJ'ê roniya çavê me ne. Êdî Kobanê ji bo me pîroz e."
Keça Zeyad Xalîd Leyla Zeyad a 8 sal jî diyar kir ku wê gelek bîra bavê xwe kiriye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê nêzî gundê me serê mirovan jêdikir. Heke YPG neba dibe ku serê me jî jêkiriban. Ji ber ku min gelek bîra bavê xwe kir ez zextan li dayîka xwe nakim lê xwîşk û birayên min êdî dixwazin bavê me bê."
‘Heke derfetên min hebiyan ez jî dê çûbama'
Şervanê YPG’ê Abdulkerîm Misto jî 50 salî ye û bavê 4 zarokan e. Abdulkerîm li gundê Yeramaz di nava refên YPG'ê de cihê xwe girt û 4 salin di nava YPG'ê de ye. Hevsera Abdulkerîm Zeynep Evdila diyar kir ku piştî 4 zarokên xwe şandin Pirsûsê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di eniya şer de cihê xwe girt û ew jî dixwaze di eniya şer de cihê xwe bigire û wiha got: "Hevserê min 4 sal berê di nava YPG'ê de cihê xwe girt. Ez niha bi 4 zarokên xwe re li Pirsûsê me û em li benda roja vegerin in. Ez weke jinek ereb vê yekê dibêjim; Çeteyên DAIŞ'ê ji kesên ji kuderê hatin nediyar pêk tê. Hevserê min kurd e û di nava YPG'ê de şer dike. Heke niha derfetên min hebiyan min jî dixwast biçim şer. Ev çeteyên diz û tecawizkar tu caran ereban temlîs nakin. Em dixwazin kurd, erep û gelên din bi hev re bijîn."
Keça Şervanê YPG’ê Abdulkerîm Mizgin Abdulkerîm jî diyar kir ku bavê wî di riyeke bi rûmet de şer dike û ji ber perwerdehiya çekê nedît hat û lê amade ye ku ji bo azadiya Kobanê biçe eniya şer û wiha got: "Bavê min îro ji bo azadiya Kurdistanê şer dike. Min ji ber perwerdehiya çekê nedîtibû ez hatim lê niha ez amade me biçim Kobanê."
Du bira li eniya şer in
Şervanê YPG'ê Omer Qehreman jî bavê 4 zarokan e. Omer jî 4 zarok û hevsera xwe şandin Pirsûsê û bi birayê Abdullah Omer re li eniya şer bi hev re têkoşînê dike. Hevsera Omer Asya Bîlal bi 4 zarokên xwe re li Konbajar dibîne û diyar kir ku li benda roja Kobanê azad bibin in û wiha got: “Hevserê min li gundê Qilheydê weke şervanê YPG'ê der bi kar kir û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Ez bi 4 zarokên xwe re li Konbajar dimînim. Ez nizanim şanê zarokê min ê ku bê dinê bavê xwe bibîne dê çêbibe. Ez wê nizanim lê em şahidiya, ji bo em azad bijîn pêvîste em berdêlan bidin dikin."
(zt)

