Ji Meclîsa Îştar a Mexmûrê banga bilindkirina çalakiyên 25’ê Mijdarê

10:23

JINHA


MEXMÛR -  Di derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Narînç Gungen wiha dibêje: “Tundiya ser jinan bingiha xwe ji kevneşopiyên civakê û hişmendiya mêr digre. Êdî jin vê hişmendiyê napejrînin û ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe li hember wê hişmendiyê tekoşînê dikin. Em wek jin şopdarê avakirina netewa demokratkin û ji bo wê tişta  pêwîst emê bikin.”


Di tevahiya dîrokê de her dem li hemberî deshilatiya mêran ya mijokdar jin din ava berxwedanê denin. Di derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan Endama Meclîsa Îştarê Narînç Gungen nirxandin kir. Narînç diyar kir ku berxwedana îro jinên kurd bi pêşengiya YPJ’ê li Rojava  didin meşandin bingiha xwe ji dîroka berxwedana jinan digire û wiha dibêje: “Ji bo ku mirov vê rojê şirove bike, pêwîste mirov  ji dîrokê bigre dest. Di despêka mirovahiyê de di nava qilan û qebîleyan de, jin xwedî hûner û afrênerinêbû. Ew hûnera xwe ji bo pêdiviyên civakê bi kar dianîn. Mêr bi hêza xwe ya qebe hemû berhemên jinan ji bo xwe kirin mal û jin tûne hesiband. Di rastiya xwe de şîddeta ser jinê jî di wê demê de despêkir û heya roja me ya îro berdewam dike.”


‘Jin xwediyê cewherek pak û paqijin’


Narînç  da zanîn ku li gorî tê dîtin hîna civakê nekariye xwe ji wê qirêjiya hişmendiya mêran bi giştî rizgarbike û wiha domand: “Em dibînin civak ji hovîtiya ser jinan tê kirin û her roj bi qetikirina jinan encam dide çavên xwe digre. Bi fereseta di bin navê namûs de û her roj bi dehan jin têne koştin û qetil kirin.” Narînç destnîşan kir ku jinan ev qirkirinên bê eman maf nekirine û wiha berdewam kir: “Ev ne mafê jinê ye, ji ber jin xwedî cewherek pak û paqije. Jin hertim bûye alîgirê avakirinê. Lê dema em weşanên  medya yê dişopînin, em cardin dibînin her roj bi sedan jin rastî kûştin û qetil kirinê hatiye. Ev yek sedema xwe ji kevneşopiya civak û hişmendiya mêran digre. Êdî jin vê hişmendiyê napejrînin û ji bo vê yekê bi hemû hêzê xwe li hember vê rastiyê tekoşînê dike. Em wek jin şopdarê avakirina netewa demokratkin û ji bo wê tişta  pêwîst emê bikin.”


Di dawiyê de Narînç ji bo amadekariyên wan yên 25’ê Mijdarê jî wiha got: “Wek Rêvebiriya Meclîsa Îştarê amedekariyên me bi dawî bûn. Bernameyên me jî wihane: Despêkê meşek dirêj hatiye pilan kirin. Meş dê di 25’ê Mijdarê de bê li darxsitin. Hemû amadekariyên meşê bi dawîbûne. Di dawiya meşê de dê girêdayî wate ya rojê daxuyaniyek bê dayîn. Di dawiyê de em weke Meclisa Îştar banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê û di wê rojê de daketina qadan li hemû jinan dikin. Divê wê rojê hemû qad bibin qadên berxwedana li hemberî hemû cureyên tundiyê.”


(rt/zt)