Jinên Kakayî: Emê li hember şidetê zêdetir rêxistin bibin
10:41
Zeynep Dicle/JINHA
KERKUK – Jinên Kakayî bang li hemû jinan kirin kul i hemberî şidetê xwe birêxistin bikin û wiha gotin: “Jinên YPJ’ê çavkaniya vîna û şanaziya mene. Heger ku em azadiyê armanc dikin tenê bi rêbaza ku wan daniyi holê emê azad bibin. Emê parastina xwe û welatê xwe bingeh bigirin. Emê tucarî deskeftiyên xwe des DAIŞ û hêzên mîna wan qirêj ve bernedin.”
Di Îraqê de yên ku ji xwe re dibêjin Kakayî lê koka wan ji aliyê Îranê û baweriyên kevnare tê. Li vêderê fermî navê wan weke Ehl-î Hak tên zanîn. Kurdên xwediyê baweriya cudane. Ji ber baweriya xwe di qirkirinên cuda re derbaz bûne. Kakayî yên ku nêzî Zerdeştî, Elewî û Matreizm ê ne her dem ji ber tundî û êrîşan hebûna xwe weke sirekê veşartine. Kakayî tê wateya biratiyê. Di vê baweriyê de alîkarî û pîştevanî kirin bingeh tê girtin. Di Îraqê de nêzî 200 hezar Kakayî hene û herî zêde jî li Kerkukê jiyan dikin. Di dema Sedam de Kakayî ji gund û cihên wan hatibûn derxistin. Piştî hilweşîna rejîma Sadam carekedinê li gundên xwe vegeriyan. Di vê baweriyê de pirjinî nîne. Di vê baweriyê de wekheviya jin û mêran heye û bi hişmendiya ‘her tuşt ji bo mirovane’ dikeve meryetê. Me xwe gihand jinên bi baweriya Kakayî yên kul i Kerkuk û Îraqê dijîn. Jinên Kakayî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li hember Jinan ji ajansa me re axivîn.
‘Dê serkeftin ya mebe’
Ji jinan Suham Xelîl ya kul i navçeya Dakok ya Kerkukê dijî azadiya hemû jinan xwest. Suham bi gotina “Li herêma me jin ne azadin” dest bi axaftina xwe kir û got: “Li vêderê pirsgirêkên ku jin dijîn gelek zêdene. Çawan em rêz li hemberî mêran digirin divê ew jî bi heman şêwayî ji bom e rêz bigirin. Divê di roja berxwedana jinan ya li heberî şidetê de jin tekoşîna xwe bilind bikin.” Suham diyar kir ku divê hemû mafên ji bo mêran tên nasîn di heman demê de ji bo jinan jî bê nasîn û wiha got: “Li herêma me gelek întiharên jinan û xwe şewitandinên wan zêde dibin. Heger jinên Şengalê jî mîna yên Kobanê berê de xwe hînî parastina xwe kiribana û hêza xwe ya parastinê amade kiribana dê ev felaket bi serê wan nehatana. Niha jinên Kobanê mil bi milê mêran şer dikin. Vî şerî herî zêde em jin birîndar kirin û ziyan da me. Ez bi berxwedana jinên Şengal û Kobanê serbilindim. Ez dixwazim bi boneya vê rojê dixwazim peyamek wiha bidim; Bila jin ji tuştekê ne tirsin û li mafê xwe bigerin. Ez weke jinek Kakayî hemû jinan silav dikim û dibêjim dê serkefitin ya mebe.”
‘Divê jin li heberî zilma çeteyên DAIŞ’ê berxwedanê bilind bikin’
Leyla Taqiye jî da zanîn ku ser jinan şidet û zilmek mezin tê û wiha domand: “Din ava civaka ku tenê jin tenê dê din ava malê debe, jinan çek hilgirtine û di çeperan de şer dikin. Dema ku em jinan di çeperên berxwedanê de dibînin, ev dide nîşan dan ku jin tenê ne din ava malê de dikare gelek karên dinê jî bikin. Jinên kurd di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de ev nîşanî her kesê da.” Leyla balkişand ser dijminiya DAIŞ’ê ya li hember jinan û wiha berdewam kir: “Lê jin niha li heberî hêza çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin didin. Heger jin bi serkevin dê civak jî serkeve. Dema ku jin azad bibe civak jî dê serkeftîbe.” Leyla bi boneya rastahina 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan û teyîbetî jî li jinên kurd kir û wiha dom kir: “Divê her kes li heberî zilma çeteyên DAIŞ’ê ya ku jiyanan me dixe bin metirsiyê serî rakin û li ber xwe bidin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek ji jinên kurd yên berxwedêr ditirsin. Ditirsin ku bi destê jinan bên kuşktin. Ji ber lig ora baweriya wan heger bi destê jinekê bên kuştin dê li cihê cenetê biçin cehnemê. Bi berxwedana Kobanê re derket holê ku jin çikqasî azadin! Jinên PKK yî di herêma me de jî hene. Hemû gel gelek ji wan razîne. Divê jinên çar aliyên Kurdistanê dest bidin hev û li hemberî zilma çeteyên DAIŞ’ê li berxwe bidin. Tenê bi helwesta berxwedana yekgirtî emê bikarin hesabê jinên Şengalê bipirsin.”
‘Divê jin di hemû aliyên jiyanê de xwediyê mafê hevbeşbin’
Leyla Sadik jî diyar kir ku her dem jiyana jinan dibin metirsiyê dene û ev di hemû deverên cîhanê de hemane. Leyla tayîbetî jî balkişand ser dema nû zarokên keç tên dunyayê nêzîkatiya li hemberî wan û wiha got: “Lê dema ku zarokek kur tê dunyayê bi şahî şanaziyê tê pêşewazî kirin. Hîn di zarokatiyê de zarokên keç dibin mexdurê şideta bav û birayên xwe. Ji jinan re tê gotin weke ‘cihê te hindirê malê ye, tu nikarê derkevê derve’ tên gotin. Her wiha her dem bêdeng mayîn ser wan tê ferz kirin. Ji ber jinin mafê wan yên axaftinê ji destê wan tên girtin.” Leyla bilêv kir k udi nava civakê de weke çîna duyem li jinan tên nêrîn û wiha pêde çu: “Ji ber wê jî her diçe şideta ser jinan zêde dibe. Divê li hemberî van rêbazên şidetê jin jî xwedî helwestbin. Divê din ava jin û mêran de wekeheviyek hebe. Kes ji kesê ne mezintir be. Divê din ava jiyana civakî di aliyê civakî, ekonomî , siyasî de xwediyê mafên hevbeş bin.”
Li hemberî şidetê banga rêxistinê li hemû jinan kirin
Leyla di berdewama axaftina xwe de cîh da van gotinan: “Divê tayîbetî jî jinên Kakayî li hemberî vê hişmendiya civakî û tundiya heyî xwedî helwestbin. Niha weke jin, civak û gel dijminek yê mey ê hev beş heye, ew jî DAIŞ’e. Emê jin li hemberî vê hêza tarî û qirêj xwedî helwstbin. Çî xwendekar, mehmur yan jî jinên malan dibin divê em hemû jin kurd di şopa şehîdên xwe de bimeşin û kevneşopiya wan ya berxwedanê berdewam bikin. Divê em di rêya Leyla Qasim, Rengîn û Destîna de bimeşin. Ji ber wê jî jinên YPJ’ê çavkaniya vîna û şanaziya mene. Heger em azadiyê armanc dikin em tenê dikarin bi rêbaza wan daniye holê azad bibin. Divê em parastina xwe û welatê xwe bingeh bigirin. Emê tucarî deskeftiyên xwe bi des hêzên tarî û qirêj yên weke DAIŞ’ê ve bernedin. Di hemû şoreşên cîhanê de jin hene û di vê şoreşê de jî cîh girtine. Lê tucarî rol û mîsyona jinên kurd din ava şoreşa Kurdistanê de lîstine nehatiye lîstin û dîtin. Jinên kurd ji bo parastina xwe û welatê xwe di çeperan de şer dikin û li ber xwe didin. Ji îro û şun de ji bo hemû jinên cîhanê peyama min wihaye; Divê em hemû li hember şideta ser jinan bibin yek û zêdetir xwe bi rêxistin bikin.”
(zt)

