Çavê dayika Mekiye û stranê wê li Kobanê ye

10:46

JINHA


RIHA - Dayika Makiye Girtî (55) ya ji Êlihê 2 zarokên wê li heberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şer dikin, li aliyekê li ser sînor nobeta berxwedanê digre li aliyê din awazên ji dilê wê tên ji bo zarokên xwe û tevahî berxwedêrên YPG/YPJ'ê dibêje. 

Dayika Mekiye bi stranên ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa li dar xistin hatin nivîsandin berê xwe dide Kobanê û got ku ew bi zarokên xwe serbilind e.

Dayika Mekiye (55) bi stranên ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa li dar xistin hatin nivîsandin berê xwe dide Kobanê dixwaze bi stranên xwe dengê xwe bigihêjin şervanên YPG/YPJ'ê. Dayika Makiye 2 zarokên wê di nava refên YPG'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Dayika Makiye di heman demê de awazan saz dike, Makiye ji bo 2 kurê xwe Nedîm û Mehmet awazek ya bi navê "Lo berxo" û "Sipîndar" nivîsandiye û bi hemû hêza xwe li ser sînor di lorîne. Dayika Makiye anî ziman ku ev awaz tenê ji bo lawên xwe yên di berxwedana rûmetê de ne nenivîsan diye û wiha got: "Lê belê tenê ji bo Nedîm û Mehmet nalorînim, ez ji bo tevahî hevalên wan ê di berxwedanê de ne dikim gazî û hawar. Ez dayika tevahî şervanên YPG/YPJ'ê me." 

'Ez dayika şoreşgera me'

Dayika Makiye bilêv kir ku ew dayika şoreşgera ne. Makiye diyar kir ku ji bo piştevaniya Kobanê ew hatiye li ser sînor û di berxwedana nobetê de ye. Makiye bang li tevahî kurdan kir ku ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibin, her tiştî li aliyekê danin werin li ser sînor tevlî berxwedanê bibin kir.

Dayika Makiye diyar kir ku awazên di lorîne ji bo hêzê bide şervanên ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin di lorine û ev tişt li ser axaftinê xwe zêde kir: "Bi awaz û stranên xwe ez dixwazim dijmin kor û ker bikim. 2 zarokên min di nava berxwedanê de ne, min tu xeber ji wan ne girtiye yan dijîn yan najîn. Eger min xeberek ji wan bihîstîba ezê gelek keyfxweş bibûma. Lê çi dibe bila bibe ez bi zarokên xwe serbilind im. Ez dayika wan û tevahî berxwedêra me, ew taca serê min in." 

(zt)