Ji bo zarokên Kobanê pol amade ne lê meteryalên perwerdê tune ne
10:51
JINHA
RIHA - Ji bo zarokên Kobanê yên li konbajarên li Pirsûsê dimînin xebatên perwerdehiya xwe berdewam bikin hatin destpêkirin. Xebatên ji aliyê mamosteyên Kobanî ve hate destpêkirin pol hatin avakirin û xwendekaran pol dagirtin lê ji bo dersan bidin meteryalên perwerdehiya kurd û amûrên din ên dersan tune ne, tenê niha ders bi muzîk û çîrokan derbas dibin.
Gelê Rojava di serdema şer de jî ji bo jiyana xwe rêxistin bike xebatên xwe berdewam dike. Welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û li 5 konbajaran dimînin pergala xwe ya jiyanê didomînin. Mamosteyên Kobanê li Konbajarê Arîn Mîrkan ji bo zarokên li konbajar dimînin dest bi xebata perwerdehiyê kirin.
Ders bi muzîk û vegotina çîrokan derbas dibin
Li Konbajarê Arîn Mîrkan mamoste û xwendekar amade ne lê meteryalên perwerdehiyê tune ne. Polên bi derfetên teng hatin amadekirin her tişt amade ye û li ser her maseyekê 3-4 zarok rudinin lê xwendekarên niha diçin polan tenê dersên wan bi muzîk û vegotina çîrokan derbas dibin. Seîd Eto yê berpirsiyariya perwerdehiya wergerê girtî diyar kir ku polên ji bo zarokên temenê wan ji 3 salî heya 10 salî ne amade kirin û niha 566 xwendekar hene. Saîd anî ziman ku 7 polên dersan amade kirin pergala perwerdehiyê ya di nava rojê de ji du dewreyan pêk tê amadekirin. Saîd da zanîn ku ji texteyê nivîsê heya lênûs, pênûs û pirtûkan hewcehiyên wan hene û ji ber ev amûr tune ne niha tenê dersan bi vegotina çîrokan û muzîk derbas dibin.
Her tişt jinûve tê destpêkirin
Ji mamosteyan Nesrîn Abdulkadîr jî diyar kir ku perwerdehiya li Kobanê didan dixwazin li vir berdewam bikin û ji bo vê yekê jî lez da xebatên xwe. Nesrîn anî ziman ku bi awayeke lezgînî hewcehiya wan bi amûrên perwerdehiyê hene û wiha got: "Em neçar man koçber bibin. Li cihê me lê mayîn em ê berdewam bikin. Perwerdehiya zarokên me ji bo me girîng e. Em jî ji bo vê yekê ya ji destê me tê em ê bikin. Perwerdehiya zarokên me ya nîvco mayî bidin em ê bidin. Bi vê yekê ji perwerdehiya li Kobanê dîtin dûr nakevin. Zarok jî dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo vê yekê jî ew jî kedek mezin didin. Her çiqas bi derfetên kêm û polên qelebalix de perwerdehiyê bidin tu alternatîfên me yên din tunene. Helbet derfetên li vir û yên li Kobanê weke hev nîn in. Heya me vedigerin Kobanê em ê wisa perwerdehiya zarokan bidin. Li vir jî her tişt ji nû ve me pêk anîn û em ê jinûve dest pê bikin."
Ji zarokên li konbajaran re dimînin hewcehî bi lênûs, pênûs, pirûtkên kurd, mase û amûrên din ên perwerdehiyê hene.
(zt)

