Li gundê Menacîr teqîn: welatiyekî jiyana xwe ji dest da

10:56

JINHA


SERÊKANIYÊ - Beriya nîv saetê li gundê Menacîr ê li başûrê bajarê Serêkaniyê û rojavayê bajarê Til Temirê dikeve wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de welatiyê jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji nûçegîhana ANHA'yê ya bajarê Serêkaniyê hatine wergirtin, li gundê Menacîr ê 20 km li başûrê bajarê Serêkaniyê ku YPG'ê beriya nêzî salekê ew ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiribû, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di encamê teqînê de welatiyekî jiyana xwe jidest da û hin jî birîndar bûn.

(zt)