Berxwedana Kobanê di roja 70'yan de ye

10:57

JINHA


KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, di roja 70'yan de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî çekên giran bi çekên ferdî berxwedaneke bêhempa nîşan didin, rûyê wan her tim bi ken e. Şervanên YPG-YPJ’ê bi şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Ji berxwedan bêhempa ya ku ev 70 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin çend wêne.

*Şervanê YPG'ê

* Li navenda bajarê Kobanê, jineke Kobaniyî dema kincên şuştî li ber tavê radixe û bi nîşana serketinê me pêşwazî dike

* Şervaneke YPJ'ê ya li eniya şer di dema bêhnvedanê de pirtûkê dixwîne

* Noqteya ketinê ya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Qada ku rastî êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hawanan tê.

*Li herêma Til Şeîrê, tevî her tiştî jî zarokên dilîzin û dikenin

* Navenda bajarê Kobanê. Wezîfedarekî asayîşê.

* Li rojhilatê Kobanê taxek.

* Wezîfedarên asayîşê yên bi hev re xwarinê dixwin.

* Segvanê YPG'î yê di nava tevgerê de ye.

*Wezîfedarên Asayîşê yên li bajar li dewriyê digerin.


(zt)