DÎDF: Kobanê sembola serhildana li hemberî zaliman e

11:03

 


JINHA


RIHA - Heyeta Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk a Elmanyayê (DÎDF) alîkariyên ji bo berxwedana Kobanê komkirin teslîmî Şaredariya Pirsûsê kirin û pişt re çalakiya nobetê ya li gundê Mehserê ziyaret kirin. Rêveberê DÎDF'ê gotin, "Kobanê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû mirovahiyê bû sembola serhildana li hemberî zaliman."

Heyeta DÎDF'ê ji bo hewcehiyên welatiyên Kobanê tesbît bikin cara duyemîn hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê û ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê ya li gundê Mehserê hatin gund. Heyet ji Serokê Giştî û endamên Lijneya Rêveber pêk tê alîkariyên li bajarên Ewropa kom kirin teslîmî Şaredariya Pirsûsê kirin û li gundê Mehserê tevlî çalakiya nobetê bûn.

'Kobanê bû sembola serhildanê'

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî diyar kir ku li Elmanyayê bi şîara "Rojeke me ji bo Kobanê" xebat meşandin û ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê li gelek cihan çalakî li dar xisitn û bernameyên alîkariyan kombikin li dar xistin û ji bo piştgiriyê bidin gelê Kobanê hatin Pirsûsê. Zeynep anî ziman ku di ferqa kesên li Kobanê şer dikin û li vir ber xwe didin tenê ji bo xwe şer nakin de ne û wiha got: "Şerê wan li hemberî hemû zilimkariya di cîhanê de ye. Her kes dixwaze li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tiştekî bike û şervanên Kobanê bûn sembola vê yêkê. Bûn sembola serhildana kesên bindest, xizan û feqîr a li hemberî zaliman. Ji ber vê yêkê li vir ji şervanên li Kobanê re silav şandin me keyfxweş dike. Ji bo serkeftina Kobanê hêj mezin bibe weke federasyona ya dikeve ser milê me em dikin."

'Jinên YPJ'î bûn sembola serhildana li hemberî esaretê'

Zeynep da zanîn ku hemû şervanên jin ên li Kobanê şer dikin bûn sembola serhildana esareta li hemû cîhanê û wiha axivî: "Bi saya berxwedana jinên li Kobanê cîhanê weteya peyva 'Jin' fêm kir. Ji ber vê yekê divê jinên cihanê ji YPJ'ê û têkoşînê re dengê xwe hêj bêtir bilind bikin. Ji bo vê yekê jî em dê li Ewropayê hemû çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê ji têkoşîna jinên kurd re diyarî bikin. Ji bo hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê teşhîr bikin em dê xebatan bikin."

'Nirxên mirovahiyê tên parastin'

Endamê Lijneya Rêveber ê DÎDF'ê Huseyîn Avgan jî diyar kir ku hemû cîhan di ferqa têkoşîna demokrastiyê ya li Rojava pêktê de ye û wiha got: "Ji ber vê yekê divê di her şert de Kobanê li ser piyan bimîne û ev yek tenê ji bo kurdan na ji bo parastina nirxên mirovahiyê û înşakirina Rojhilata Navîn gelek girîng e." Huseyîn anî ziman ku bi hemû derfetên xwe hewildan piştgiriyê bidin Kobanê.

(zt)