DAIŞ gundê Kobanê di firoşe!
11:37
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên ji ber êrîşên şervanên YPG'ê ji cihê dagirkirine reviyan. Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê gundên kurdan ên dagirkirin bi 5 û 10 hezar dolaran difiroşin. Welatiyên gundê Ziravikê yên gundê wan hatin firotin diyar kirin ku gundê wan firotine erebên derdorê û gund hatiye talankirin û dixwazin bi vê yekê di navbera ereb û kurdan de dijminahiyê derbixin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de bi hemû hêza xwe çekên giran weke tanq û topan êrîşî Kantona Kobanê kirin û nêzi 362 gundê kurdan dagirkirin. Piştî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbeyên giran xwarin neçarman ji gundê dagirkirin paşde birevin. Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê gundên kurdan ên dagirkirin difiroşin. Welatiyê gundê Ziravikê yê Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin gundê Boydê yê Pirsûsê bi cih bûn. Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê gundê welatiyên Kobanê firotine welatiyên ereb ên li Minbiç, Sirrin, Bab, Cerablus, Girê Spî (TilEbyad), Raqqa yê. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku gundê wan bi 5 û 10 hezar dolaran firtîn e û gund hatiye talankirin û dixwazin bi vê yekê di navbera ereb û kurdan de dijminahiyê derbixin.
'Gundê wan hatiye firotin'
Welatiyê gundê Ziravkê yê bi navê Fevaz Îbrahîm anî ziman ku ji ber ya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wan bi gelê ereb re bi hev re jiyan dikirin, erebên ji ber êrîşên di revîn li Kobanê hatin bi cih kirin. Fevaz bilêv kir ku tevahî gelan ji bo kurdan hembêza xwe vekir û weke bira jiyan dikirin. Fevaz derbirî ku çeteyên DAIŞ'ê bi 12 hezar çeteyan êrîşî Kantona Kobanê kir ji van jî gele ciranê kurdan, ereb bûn. Fevaz diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê gundê wan talan kirin û wiha axivî: "Hemû alavên me yên karanînê jî bi xwe re birîne, penîr, qabloyên elektirîkê jî çeteyan dizî ne. Ji DAIŞ'ê 3-4 gund girtî ne. Ji zeviyê zeytûnên me jî zeytûna kom dikin. Ji berê de em weke bira cîran bûn, me îxanet li wan ne kir, şer û xerabî her dem ji wan hat di dahatuyê de emê çawan bikarin bi wan re cîrantiyê bikin nizanim."
'Dixwazin me bikin dijminê hev'
Welatiya bi navê Helîm Seydo ya ku hevjînê wê yê YPG'î 5 mehe di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye diyar kir ku ji ber ya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê me bi hemû gelan re weke bira jiyan dikirin. Helîm bilêv kir ku "me bihist ku gundê me firotîne erebên derdorê. Li gund tenê diwar û zeviyên vala mane. Kobanê ya kurdan e, em li benda vegara Kobanê ne. Çeteyên DAIŞ'ê qala ola Îslamê dike lê îslamiyeta rast kurd pêk tînin. Dixwazin di navbera ereb û kurdan de dijminahiyê derbixin. Lê em bi kesê re nabin dijmin."
(zt)

