Li ser sînor berxwedana Kobanê hate silavkirin

11:56

JINHA


RIHA - Li ser sînorê Kobanê bi minasebeta piştevaniya bi berxwedana Kobanê re bi sedan welatiyê hatin ba hev bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" zincîra mirovan ava kirin û berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.

Berxwedana li hemberî dagirkirin û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê di roja 70'yemîn de didome. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê hatin ba hev li gundê Mehserê bi tevlîbûna jinên bi minasebeta 25'ê mijdarê roja tundiya li heberî jinê hatin li ser sînor çalakiya zincîra mirovahiyê li dar xist. Çalakî bi deqeyek ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bi sedan welatiyê li ser sînor hatin ba hev destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ'ê" hatin silavkirin.

Piştî avakirina zincîra mirovan bi merşên neteweyî govend gerandin.

(zt)