DAIŞ'ê pêşî gef li rojnamegeran xwar û dawiyê jî hawan avêtin!
12:48
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên ku berê gefa "Bila rojnameger xwe di ewlehiyê de hîs nekin" xwar, ji aliyê rojhilatê Kobanê ya beramberî gundê Edmanekê ye topên hawanê avêt girê ku rojnameger lê dimînin.
Ji bo şopandina şerê li Kobanê ji hêla Midûriyeta Enformasyona Çapemeniyê ya Wezaretê ve li gundê Etmanekê ya Pirsûsê girê çapemeniyê ava kir. Rojnameger ji roja destpêka êrîşê heta îro li girê beramberî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê şerê li Kobanê dişopînin. Çeteyên DAIŞ'ê çend roj berê li ser twîtterê gefa "Çapemenî li cihekî kombûne bila xwe di ewlehiyê de hîs nekin" xwaribûn. Îro jî çeteyan topên hawanê avêtin girê rojnamegeran. Topê hawanê 100 metre dûrî rojnamegeran ket û ji ber vê yekê mirî û birîndar çênebûn.
Gelo hawanan davêjin hev?
Her wiha leşkeran gundê Edmanekê vala kirine û berê jî leşkerên ku gundên Zehwanû Serxet vala kiribûn şûnde rastî êrîşa bi hawanan ên çeteyên DAIŞ'ê hatibû. Piştî vê yekê pirsa gelo "Be hev re tevdigerin?" tîne hişê mirov.
Dîsa hewldana Tirkiyeyê ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê 10 km "Herêma ewlehiyê" ava bike heye û ev jî vê îdiayê piştrast dike.
(zt)

