Selma Irmak: Destê xwe ser bedena me rakin!

13:07

 


JINHA


ŞİRNAX - Li Cizîrê jinên DOKH'ê bi armanca roja 25'ê Mijdarê, li taxa Cûdî çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de Hevseroka DTK  û  Parlamentera HDP’ê a Şirnaxê, Selma Irmak axivî û got: "Heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Em hemû şêwazên tûndiya ser jinan şermezar dikin. Banga min a ji bo mêran bila Êdî destê xwe ser jinan rakin."


Bi mebesta 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîn û Piştevaniya Navnetewî ya Hember Şîddeta ser Jinan, li Mala gel a Taxa Cûdî ya girêdayî Navçeya Cizîr a Şirnaxê çalakiyek hatin li darxistin. Çalakiya ku bi pêşengtiya jinên DOKH'ê bi dûrişma "Hemû şêweyên tûndiya ser jinan sûcê şere" pêkhat. Bi beşdarbûna têkelên DOKH, KESK, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka DTK û Parlamentera HDP'ê ya Şirnaxê Selma İrmak, Hevseroka Şeredariya Cizrê Leyla Îmret û gelek jinan çalakiyê despêkir. Li salona  ku çalakî lêhat li darxistin pankarta bi nivîsa "Ji Bo Pêşberê Şîdetê Em Dengê Xwe Bilind Dikin" û Posterên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fermandara HPG'ê Çîçek Botan, Xweşkên Mîrabel û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daleqandin. 


 'Li Herderî û herdemî Tekoşîn'


Hevseroka Şeredariya Cizîrê Leyla İrmak, di despêka çalakiyê de axifî û da zanîn ku, ne tenê ji bo 25'ê Mijdarê, her roj pêwîste em tekoşîna azadiya jinan bidin bikin û wiha got: "Bi mebesta 25'ê Mijdarê jin wê derkevin kolanan. Lê belê ne tenê ji bo 25'ê Mijdarê, pêwîste jin her demê û li herderê  di nava çalakiyan de bin. Ji bo azadiya jinan emê tekoşîna xwe bidomînin. Heyanî tûndiya ser jinan bi dawî be, wê tekoşîna me jî berdewam bike."


'Destê xwe ser jinan rakin'


Piştre jî, Hevseroka DTK  û  Parlamentera HDP'ê a Şirnaxê Selma Irmak di despêka axaftina xwe de çîroka hersê xweşkên Mirabel yên bûne sembola 25’ê Mijdarê vegot. Selma bi bîrxist ku ew bi mebesta 25'ê Mijdarê hatine ba hev û diyar kir ku ew hemû şêwayên tûndiya ser jinan şermezar dikin û wiha domand: "Ji xwşkên Mirabela ên ku ji bo tekoşîna azadiya jinan hetin qetil kirin heya Sarayan, ji Kader Ortakaya ku li sînor hatiye qetil kirin û di şexsê şervanên YPJ'ê de hemû jinên şoreşger em bi rêz bi bîrtînin.Ya pêwîst em soza domandina tekoşîna wan didin.”  Selma bilêv kir ku tuşa girîng tekoşîna wan domandine û raman, pênûs û çekê wan li erdê ne hêştine. Selma bilêv kir ku li beramberî gotina "Botan kela berxwedanê ye" jî hîna li Botanê şîdet tê jiyan kirin û wiha berdewam kir: “Hîna zewaca zarokên keç ya di temenê biçuk de berdewam dike. Divê em vê hişmendiyê ji holê rakin. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Em hemû cureyên şideta ser jinan bi tundî şermezar dikin. Ez ji vê derê bang li mêran dikim û dibêjim; êdî destê xwe ser jinan rakin.”


Çalakî bi sînevisyona girêdayî şideta ser jinan bi dawî bû.


(rt/zt)