Rûyê jinan ê bajêr (DOSYA 8)
09:51
Jinên Wanê bal kişandin ser têkoşîn û giringiya perwerdeyê
Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Paytexta dîrok û rojê Wan, bi xweşikbûan xwe ya çandî, pêşiya tundiya li ser jinan girt û jin di malan de hatin hepiskirin. Wan yek ji bajarên ku herî zêde jin rastî tundiya fîzîkî û derûnê tê ye. Jinên Wanê ji bo pirsgirêkên wan bên çareserkirin bal kişandin ser têkoşîn û giringiya perwerdeyê.
Li Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê ji her 5 jinan yek tê qetilkirin, jin rastî tundî, tecawîz, tacîzê tên û jin ji ber sedeman xwe întîhar dikin. Jin hêj di bin navê “tore”, “namûs” tên qetilkirin û ji ber zîhniyeta baviksalarî paş de tên hiştin û tên binpêkirin. Jinên Wanê tundiya li kolanan, di aboriyê de, di dadê û civakê de ya li ser wan tê meşandin vegotin. Jina bi navê Serpîl Sezer diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêka cîhanê ye û wiha got: “Di roja îro de her roj jinek tê qetilkirin û tundiya li ser jinan di her warî de berdewam dike. Ji ber vê tişta pêwîst ew e ku jin bên perwerdekirin.”
Jina bi navê Pinar Sonmez jî da zanîn ku divê xwedî li jinan bê derketin û wiha axivî: “Divê di aliyê madî û manewî de xwedî li jinan bê derketin. Bi taybetî jî divê jinên Wanê bên perwerdekirin. Divê jin di jiyanê de tiştê ji destê wan bên bikin ji ber ku têkoşîna jinan bi perwerdeyê pêkan e.”
‘Divê jin di têkoşîna xwe de biserkevin’
Endama Egîtîm Sen a Wanê Yasemîn Ozdemîr jî destnîşan kir ku jinên Wanê di jiyana civakî û aborî de ne azad in. Yasemîn anî ziman ku jinên Wanê di aliyê aborî û jiyana civakî de wekî zilaman nabin xwedî statuyekê û wiha got: “Ger jinek serkeftî hebe di nava civakê de jê re dibêjin “wekî zilame” ger ne serkeftî be dibêjin “digirî” ev jî ji feodalbûna civakê tê. Dive ev yek di nava civakê de bê şikandin. Ev jî tenê bi perwerdeyê dê bê derbaskirin.” Yasemîn da zanîn ku divê li hemberî tundî û qetilkirinên jinan, jin xwe birêxistin bikin, divê jin di têkoşîna xwe de biserkevin.
‘Tirkiye li hemberî tundiya jinan paş de ma ye’
Seroka Egîtîm Sen a Wanê Kezîban Karakuş jî bi lêv kir ku tundiya li ser jinan binpêkirina mafan e ev di aliyê manevî, aborî, xwe îfadekirinê de jî tê dîtin. Kezîban da zanîn ku jin di aliyê tendirustiyê de jî rastî tundiyê tên û wiha got: “Tirkiye li hemberî tundiya jinan li gorî cîhanê li paş ma ye. Di dema hikûmeta AKP’ê de ev tundiya li ser jinan gihiştiye asta herî jor.”
‘Jin bi pêkanînên fîzîkî û gotinan tên tenêhiştin’
Kezîban anî ziman ku ji bo tundiya di aliyê tendirûstiyê de ya li ser jinan bê derbaskirin divê têkoşînek mezin bê dayîn. Kezîban bal kişand ser tundiya xebatkarên di tendirustiyê de û wiha got: “ Têkçûna fîzîkî, tacizên bigotinî, taciz, tecawiz, têkçûna manewî, xebitandina dirêj û xebatên bê ewle dibin sedem ku jin bi tenê û biyanî bê hîştin. Tundiya li hemberî xebitandina jinan ku ji dema neolîtîk hatiye destpêkirin di roja me ya îro de bi awayekî lez û bez berdewam dike. Ev hemû dibin sedem ku tundiya li hemberî jinan di her qada jiyanê de zêde bibe.”
‘Divê jin mil bidin hevdû û bibin xelek’
Seroka Kooperatîfa Piştgiriya bi Jinan, Derdor û Çandî ya Bostaniçiyê (BÎKAD-KOOP) Selam Kipçak jî diyar kir ku jinên ku dixebitin û naxebitin re pirsgirêka aboriyê he ye û wiha axivî: “Jin li mal, kar, dibistan û kolanê rastî taciz û gotinan tên. Ev yek jî bingeha xwe ji zîhniyeta zilam a serdest digire. û her wiha bingeha xwe ji gotina ‘jin tiştekê nizan in’ digirin. Ji bo ku ev zîhniyeta desthilatdar têk biçe di vê ku jin dest bidin hev û bibin xelek.” Selma da zanîn ku jin ji hedê xwe zêdetir li cihê kar tên xebitandin û ev tişt anî ziman: “Li cihê ku divê ku jin rojê 9 saetan bi xebitin lê belê 12 saetan tên xebitandin. Her wiha berhemê keda wê jî nayê dayîn. Dema tê roja pere jî hevjînên wan pereyê wan jê distînin. Dîsa hemû kêmaniyên malê jî li ser jinan tên hiştin. Jinên me pir tên xebitandin lê keda wan tê dizîn. Ev yek jî bingeha xwe ji zîhniyeta zilam a desthilatdar digire.”
‘Em jî hene û li vir in’
Selma destnîşan kir ku “ji sedê 70 jin li wanê di malê de ne.” Selma diyar kir ku ji sedî 30 jinan dixebitin, sedê 50 jî di karên giştî de dixebitin yên ku dimînin jî weke karkerên taşeronê dixebitin. Aboriya jinan tê binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku karên giştî yên ku jin tê de dixebitin ên dewletê ne jin rastî tundiya gotinî tên. Mantiqê ku ‘tu nikarî tiştekê bikî’, ‘tu nikarî tiştekê ser bixî’, ‘Ger ku em nebin tu nikarî werî vir.’”
‘Armanca desthilatdariyê ew e ku jinan ji civakê qut bike’
Parêzer Mujde Tozbey Erdem jî diyar kir ku tundî yek ji polîtîkaya bêdengkirina jinan e û wiha got: “Desthilatdariya li ser navê jinan biryarên; kenîna jinan, ger, danskirin, zarok anîn yanî jî ne anînê dide dixwaze bi vê polîtîkayê jinan bêdeng bike û di malê de heps bike.” Mujde destnîşan kir ku tenê hedefek a desthilatdariyê he ye ew jî ew e ku dixwaze jinan ji civakê qut bike û wan ji têkoşîna wan dûr bixe ye.
‘Zîhniyeta desthilatdariyê bandora xwe li ser beşa hiqûqê dike’
Mujde diyar kir ku jinên wanî jî weke li seranserê Tirkiyeyê rastî tundî, taciz, tecawîzê tên û li ser jiyana jinan mînak da û wiha got: “Zîhniyeta desthilatdariyê li ser amorên hiqûqê yên cûda bandor dike. Jinên ku li kuçeyan rastî tundiyê tên li dadgehan rastî vê zîhniyetê tên. Muwekîla min jina bi navê Tulîn Sonmez ku li Elbaka Wanê dijî bi salan rastî tundiya hevjînê xwe hat. Bi salan serî li dadgeh û doktoran da. Di her serî lê danê de dianî ziman ku dê ji aliyê hevjînê xwe ve bê qetilkirin. Li ser vî esasî tim digot; ‘Min biparêzin.’ Herî dawî dema ku xwest biçe keça xwe ji dibistanê bigire ji aliyê hevjînê xwe ve bi çeka pompeyê hat birîndarkirin. Niha dijî, lê bigiranî birîndare. Herî dawî mamostayek rastî tacîzê hatibû û serî li me da. Lê ji ber ku mamoste li hemberî dozger pir bi hêz sekinî û mafê xwe parast, dozger ji ber vê yekê nirxandina ‘Ev mamoste dixwaze rastî tacizê bê’ kir.”
Mujde bibîr xist ku berî her tiştî divê jin mafên xwe yên qanûnî zanibîn û wiha bilêv kir: “Li welatê me ji gelek aliyan ve mafê jinan ê hiqûqî jê hatiye standin. Ji ber ku jin vê yekê nizanîn, dadger, dozger û rayedar li gorî xwe nêzî hiqûqê dibin û mafê jinan binpê dikin. Ji ber vê yekê divê jin di aliyê hiqûqî de bi israr û li ber xwe bi din.”
‘Ger em li dijî AKP’ê têbikoşin em ê hiqûqa rast bixin jiyanê’
Mujde ragihand ku li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan bi zîhniyeta hikûmeta AKP’ê re didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev zîhniyet di hemû beşên dewletê de cih digire. Gotin û têkoşîna ne li dijî AKP’ê tu girîngiya xwe tuneye. Em jin ger li dijî AKP’ê têbikoşin, em ê hiqûqê bixin jiyanê. Encax em bi têkoşînê mafên xwe bi dest bixwin û li kuçeyan rastî tacîzan neyên. Ji bo vê yekê divê em têkoşînek hevpar bidin meşandin.”
‘Sedama her tiştî bingeha xwe ji baviksalariyê digire’
Civaknasa Navenda Jiyanê Rojîn Alev Şahîn jî anî ziman ku li Wanê jî tundiya li ser jinan weke hemû cîhanê zêde bûye û wiha axivî: “Jin ji ber pirsgirêkên her cure tundiyê serî li me didin. Civak li ser esasê bingeha baviksalariyê ku bi hezarî salan e tê meşandin, teşe girtiye. Ji ber vê yekê jin weke amûr tên bikaranîn û weke hebûnekê ku divî hemû pêdiviyên zilam bi cih bîne tê dîtin. Cardin li Wanê di bin navê qelen û berdê de tundiyeke mezin li ser jinan tê meşandin.”
‘Desthilatdariya zilam bi pergalê re dest pê dike û dikeve nava malbatê’
Alev da xuyakirin ku têkoşîna jinan, bi xwe naskirinê re dibe têkoşîn û wiha domand: “Hişmendiya zilam li dijî vê yekê derdikeve. Bi pergalê re dest pê dike û derbasî nava malbatê dibe. Di rewşên ensesê de jî jin ne di ferqê de ne. Ji ber serdema derbasbûyî, di pergala hatî avakirin de mafê jinan ê gotinê tuneye. Li ser beden û nasnameya wê hemû cure çanda tecawizê heye û ev yek hîna jî didome. Bedena jinan, nasnameya wê û nirxên wê rastî tecawizê tên. Jin di har qadê de û bi her awayî rastî tundî û tecawizê tên.”
‘Heta nasnameya jinan azad bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’
Alev da zanîn ku jin ji ber zayenda civakî pirsgirêan dijîn û wiha got: “Rolên wisa cuda ji jinan re hatiye dayîn ku jin naxwazin ji van rolan derkevin. Li Wanê serdestiya li ser jinan berdewa dike. Divê ev pergala baviksalarî û dabûnerîta feodal were sererastkirin û ev jî pirsgirêka zîhniyetê ye. Em naxwazin ku bi awayekî bihestiyarî nêzî jinan bibin em wekheviya zayendî dixwazin. Heta nasnameya jinan azad bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikim.”
Bi dawî bû.
(aw)

