Jinên Kobanê ji bo çareserkirina pêdîviyên xwe mala jinan vekir

10:09

 


JINHA


RIHA – Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û li Pirsûsa Rihayê di konbajara de bi cih bûn ji bo jiyana xwe bidomînin kar û xebatên xwe dimeşînin. Jinên  Konbajarê Rojava de dimînin ji bo çareserkirina pêdîviyên welatiyên xwe mala jinên karker vekirin û dest bi xebatan kirin. Jin ji bo xebatên xwe hîn xort bikin li benda alîkariye ne.


Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên hov yên li dijî mirovahiye yên DAIŞ’ê cih û varên xwe yên jiyanê koçber bûn û hatin li Navçeya Pirsûsa Rihayê di kon bajara de bi cih bûn, ji bo jiyana xwe bidomînin kar û xebatên xwe yên komîn dimeşinin. Jinên ku di Konbajerê Rojava de ligel hemû şer û mercên giran ji bo piştgiriyê bidin hêv û jiyana xwe bi tevgerî bidomînin ji bo xwe mala bi navê Mala Jinên Karker ya Şehît Kader Ortakaya vekirin û di wir de kar û xabatên xwe yên desta dimeşînin. Jinên ku li kon bajar di konan de dimînin heya nîvro karê xwe yên jiyanê diqedînin û piştî nîvro diçin mala jinan û li vir dest bi kar dikin. Ji ber ku mala jinan nû hatiyê vekirin anha nezî 50 xebatkare xwe henê. Jin li mala jinan ji bo welatiyên Kobanê yên ku cil û bergên wan tineyî re ji bo xwe ji sermaya zivistane ya dijvar bixefîrînin kincên sitûr dihunin û çedikin. Her wiha bi morik û pîlîkan jî tiştên xemle çedikin. Jinên Kobanê ji aliyeke de kar û xebatên ji aliyake de jî zarekê wan e pêra hatinî ji wan re sitrana dibejin. Jinên ku bi sitranên li ser Kobanê guhdar dikin Kobanê bibîr tînin û saw û sepetên (heyal) Kobanê dikin.


Ji çareserkirina pêdîviyan dixebitin


Li mala jinan ji ber amûren tineyî anha jin tenê bi amûrên heyî îdara xwe dikin û li benda alîkariye ne ku hîn zêde karibin kemasiyên welatiyên xwe çareser bikin. Jina bi navê Fatma Elî ya 20 salî diyarkir ku jiber wala wala rûdinin xastin di nav kar û xebatên mala jinan de cih bigre û ji welatiyên xwe re bibe alîkar. Fatma da zanîn ku d konan de behna wan têng dibe û bi vî avayî him sebra xwe tinîn him jî di nav kar û xebatên kolektîf de cih digrin. Fatma bilêvkir ku bi rengî çereserkirina pedîviyên welatiyên Kobanê wan jî kef xwaş dike û keda wan ber tiştekî pîroz digre. Fatma got ku pêşeroj zivistanê û gelek welatiyên ku alîkarî nageheje wan, ji bo zedê liber serma nekevin de xwe bigejin wan. Fatma wiha direjî da axaftina xwe: “Em 24 seata li cihe xwe disekinin û li ser xwe difikirin. Em çidikin tişteki nikarine ji hev derxin. Em dixwazin rojeke pêşta vegerin Kobanê ya xwe. Ji bo vegera xwe em tu car heviyê xwe derbas nabin. Rojekê de em teqes vegerin warên xwe.”


‘Ji bo feda kê li gelê xwe bikim ez dixebitime’


Welatiya bi navê Heyfa Xazî ya 17 salî jî diyarkir ku dixwazei alîkariya gelê xwe bike û ji bo ve jî çi ji destê ve te de bike. Heyfa da zanîn ku tiştekî ku ji bo gelê xwe çe bike kefê ve jî xwaşdike û wiha got: “Ji bo alîkariya gelê xwe ez çi zanime ez wî çedikime. Niha ji destê min ev tişt te ye. Ji bo ve jî ez e bixebitim. Zêdehî ez dizanim çekete çekim. Ji ber ve ez jî li mala jinên karker, ji zarokan re çeketa çedikime û pê kefî zarokan jî xwaş bikim. Her çeketekî ez nezî 4-5 roja de diqedînim. Bilî ve jî ez ji hevalên xwe yên di mala jinan de çi hîn bibim de ez ê ji bo gelê xwe wan jî çebikim ku ez jî feda ke li gelê xwe bikim. Ji destê min anha vaya teye.”


‘Pêdîviyên me bên çareserkirin de em hîn xort bixebitin’


Berpirsyara mala jinan dayîka 7 zarokan Vehiyde Ehmed (50) jî derbare xebatên mala jinan de axivî û got ku ji bo çareserkirina pedîviyên welatiyên xwe mala jinan vekirine û dest bi kar û xabatên xwe kirine. Vehiyde diyarkir ku jiber ku makîneyên durune dest wan de tinene zehmetiye dikşînin û ji bo we jî anha tenê bi çekirina cil û bergên sûtur û çekirina amurên xemlan kar û xebatên xwe dimeşînîn e. Vehiyde got gelek jinen ku ten mala jinan durune dizanin û ji bo ve yekê jî pedîviyên wan e cil, cav û makîneyan bi lêzgînî heye. Vehiyde da xuyakirin ku heke di destê wan de cil, cav û makîneyên durunê hebin de ji bo çareserkirina pêdîviyên welatiyên Kobanê hîn bi fedê bibin û wiha got: “Ger wan kemasiyên me jî ben çareserkirin de em bi avayekî hîn xort karibin bixebitin. Her jinek te li mala jinan 2 seata him karekî bi fede dike him jî xulkî xwa fireh dike. Em niha kûmma (bere), çeketan û bazingên bi marika çedikin.”


(kom/zt)