‘Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa wê ramûsim û bixwim’

10:17

 


JINHA


RIHA – Dayika Şemsê Osman Îbrahîm (50) ya ku 2 zarokên wê û hevjînê wê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di nav çeperên YPG’ê de cih digrin, bi wan serbilind e û diyar kir ku ew ji derketina Kobanê poşman e. Dayika Şemsê da zanîn ku hevîya wê tenê careke din ditîna Kobanê ye û wiha got: “Min ehd kiriye. Ez carek din Kobanê bibînim ez ê axa wê ramûsim û bixwim.”

Berxedana Kobanê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku dixwaze Kobanê dagir bike û komkujiyê pêk bîne de gelek çirokên balkêş û watedar di nav xwe de dihewîne. Ji wan yek jî çiroka dayika Şemsê Osman Îbrahîm e ku hevjînê û du zarokên wê di nav berxwedana Kobanê ya dîrokî de cih digrine. Dayika Şemsê sê kurê wê hene û kurekî wê nezî 2 sal in di nav refênYPG’ê de li hemberî neyarên kurdan şer dikin. Kurekî dayika Şemsê li Qamişlo di nav refên YPG’ê de ye, yê din dijî tevî bavê xwe li Kobanê li hember çeteyên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê di nav berxwedana ku di rûpelên dîrokê de bi tîpên zerîn tê nivisandin de cih digire û şer dikin. Dema ku di 15'ê îlonê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşan dibin ser Kobanê hevjîne dayika Şemsê, yê bi navê Mihemmed Esman ji hevjîna xwe re dibêje “Tu here. Ez ê ji bo xaka xwe û namûsa gelê xwe biparezim li vir bimînim” û çeka xwe hildigire, di nav refên YPG’ê de cihe xwe di çeperên de digre.

‘Bile ez li Kobanê bimrama ji Kobanê derneketima’

Dayika Şemsê diyar kir ku heya niha tu xeber ne ji kurên xwe ne jî ji hevjînê xwe girtiye û serbilindiya xwe ya bi wan tîne ziman. Dayika Şemsê derheqê êrîşên çeteyan axivî û diyar kir ku tu danûstandina wan çeteyên DAIŞ’ê re tunebû û tu mafên wan jî i ser axa wan tune ye. Dayika Şemsê da zanîn ku ev axa wan îro ji wan re nemaya, di destpeka jiyanê de gelê Kobanê xwediyê ê ne û wiha got: “Gotin DAIŞ êrîşî Kobanê dike me tu wate nedayê. Lê me dîtîna dît ku gihiştin Kobanê. Edî tiştekî me bikira nemabû. Bi yek carê me hewl da em ji Kobanê derkevin. Lê zilamên me nikaribûn Kobanê berdana. Hevjînê min got ‘Ez naçim. Ez ê di bin ezmanê stêrkan de tî û birçî bimînin ez dîsa dev jî welatê xwe û axa xwe bernadim.’ Me bi serê xwe sînor derbas kir lê ez derbas bûm şûnde min got ez li erdê Kobanê bimrama ez ji Kobanê dernaketima.”

‘Hêviya min careke din dîtîna Kobanê ye’

Dayika Şemsê da zanîn ku her çiqas gelê kurd û dostên kurdan li wan xwedî derketin jî sebra wan ji bilî Kobanê û axa wan dernayê. Şemsê bilêv kir ku bi Şoreşa Rojava re piştî bindestiya bi dehan salan azadiya xwe bi dest xistibûn û jiyana birêxistinî li gorî çand û jiyana kurdan bi re ve dibirin, kêf û moralê wan jî bi we geşbû. Şemsê diyar kir ku neyarên kurdan ev çeteyên DAIŞ’ê rasterast êrîşî ser wan kirin û wiha got: “Di serî de dewleta tirk piştgiriyê dide wan. Gelek endamên çeteyan ji ser Tirkiyeyê re derbasî aliyê Kobanê bû û êrîş anîn ser me. Anha jî em koçberbûn û di konan de li ber xwe didin. Ligel hemû tiştan em dibêjin bila Kobanê rojeke paşde azad bibe em mal û xaniyan navên. Em niha biçin Kobanê de em heriya xwe bixwin. Em li ser erdên xwe de bimrin em heriya xwe bixwin bila em di wî halî de nabûna. Ez bi xwe gelek poşmanim hatim vir. Tenê hêviya min careke din dîtîna Kobanê ye. Me ev rojên vegera Kobanê bidîtîna. Xwedê mezin e înşallah wan rojana jî di demeke nêz de bi saya zarokên me pêk were. Min ehd kiriye. Roja em vegerin de ez ê axa xwe ramûsim û bixwim.”

(kom/zt)