Ji jinên YPJ'ê banga ji tundiyê re bêje raweste

10:18

JINHA


SERÊKANIYÊ - Şervanên YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hemberî tundiya li dijî jinê bibin yek. Li Serêkaniyê jinên kurd û ereb bi hev re li heman eniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Şervana YPJ'ê ya ereb Dozdar Jiyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê dijminê jinan ên herî mezin e û wiha got: "Em ê di 25'ê mijdarê de weke jinên kurd û ereb li hemberî şîdeta zilam rawestin û ber bi azadiyê ve bimeşin."

Şervanên YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hemberî tundiya li dijî jinê bibin yek. Li gorî nûyeya Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) yê şervanên YPJ'ê yên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê di çeperan de cihê xwe digirin bi çeka xwe berxwedana xwe dewam dike. Şervana ereb a YPJ'ê Dozdar Jiyan diyar kir ku ew bi îdolojiya têkoşina azadiya kurd bandor bûye tevlî refên YPJ'ê bûye. Dozdar destnîşan kir ku bi taybet di civaka ereb de rastî tundiyê tê û wiha axaftina xwe domand "Min gavên gelek giring avêt min tundiya li ser jinê qebûl nekir û dest avêt çeka xwe berê xwe da azadiyê."


'Jinên ereb bi YPJ'ê re îradeya xwe nas kir'

Şervana YPJ'ê Dozdar anî ziman ku ew li dijî zîhniyeta ku jin di malê de be û wiha got: "Ji malê tiştên girîngtir heye jin bike." Jinên ereb bi YPJ'ê rengê jiyanê nû ligel xwe ava kirin, YPJ bû îradeya jinên ereb, em weke jinên ereb me bi YPJ'ê re îradeya xwe nas kir." Êdî me dît ku jin jî dikare gelek tiştan bike, dema jin xwe azad kir wê bikeve ferqa hêz û bandora xwe. Jiyan derbirî ku jinên erep ji gelek derfetan durin û rastî tundiyê tên, pêwîste jin li hember vê rabe û bi îdolojiya tevgera azadiya kurd nas bike û xwe tê de bibîne. Şervana YPJ'ê Dozdar anî ziman ku pêwîste her kes berxwedana jinê YPJ'ê ên li Rojava bibîne, pêwîste jin li hemberî hemû tundiya li hemberî jinan rawest e. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan em weke jinên YPJ'ê yên kurd û ereb ji tundiya li hemberî jinê re bêjin bese."

'DAIŞ zîhniyeta serdest a baviksalariye'

Li aliyê din şervana YPJ'ê Tolhildan Rengin a di çeperê de ye diyar kir ku bi sala ne bi zîhniyeta serdest a baviksalarî jin weke kolêyê zilam hatiye dîtin. Em ê li hemberî vê zîhniyetê berxwedanê bikin. Şervana YPJ'ê Tolhildan anî ziman ku berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin yek ji berxwedana li hemberî zîhniyetê ye.Yek qirêjiya ji vê jî DAIŞ e. DAIŞ zîhniyeta serdest a baviksalariye. Ji ber qirêjiya kaptalizmê jin ber bi koletiyê ve hate şandin. Em weke jin li hemberî vê zîhniyetê şer dikin. Tolhildan bang li tevahî jinan kir ku li hemberî tundiya li ser jinê li hemû qadan derkevin kolanan û li ber xwe bidin.

'Tenê rêya azadiyê berxwedana hevbeş'

Şervana YPJ'ê ya binavê Rengin Çelaxa ji diyar kir ku li hemberî hemû tundiya li ser jinê em berxwedanê dikin. Em ê weke jinên YPJ'ê em ê heya dawiyê ji bo azadiya jinê li ber xwe bidin. Çalaxa bilêv kir ku zîhniyeta zilam ya bi salan zîhniyeta qirêj a çeteyên DAIŞ'ê xwedî dike û dixwaze jinan tune bike. Şervana YPJ'ê Çalaxa bang li tevahî jina kir ku li hemberî tundiyê dengê xwe bilind bikin û tevlî têkoşinê bibin, tenê rêya azadiyê berwedane."

(zt)