‘Ji bo Kobanê tu jî nanekê bipêje’

10:47

 


JINHA


RIHA – Welatparêzên li Ingîstanê dijîn dibin Komeleya Alxas komê ji bo welatiyên Kobanê ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin bi dirûşma "Ji bo Kobanê tu jî nanekê bipêje" alîkariya komkirî bi 2 TIR birin Pirsûsa Rihayê û radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava kirin. Hevserokê Alax Kom'ê Cevdet Karakoç anî ziman ku ji bo welatiyên Kobanê çi ji destê kê tê bila bike û banga alikariya lezgîn kir.

Welatparêzên li Ingîstanê dijîn dibin Komeleya Alxas komê ji bo welatiyên Kobanê ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikinin bi dirûmeya "Ji bo Kobanê tu jî nanekê bi pêje" alîkariya kom kirî bi 2 Tira birin Pirsûsa Rihayê û radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava kirin. Hinek ji wan alîkariya ji bo welatiyên li Kobanê dibin şer û mercên herî zehmet de dijîn li ser deriyê sînor yê Mûrşîtpinarê re hate şandin. Têkildarî kampanya alikariyê de Hevserokê Alax Komê Cevdet Karakoç axivî. Karkoç diyar kir ku ji ber ya mehekê kampanya alîkariyê dabûn destpêkirin 250 kon û 40 hezar pereyê Tirkiyeyê ber hev kir û ji bo welatiyên Kobanê şandîbûn. Cevdet anî ziman ku pêşengtiya kampanyayê jinan kiriye û bi dirûşma "Ji bo Kobanê tu jî nanekê bi pêje" kampanya xwe dabû destpêkirin. Cevdet bilêv kir ku di vê çarçoveyê de wan 2 TIR alîkarî berhev kiriye û wan radestî komeleya piştevaniya Rojava kiriye.

‘Destê xwe dirêjî Kobanê bike’



Cevdet di dewama axaftina xwe de banga alîkariya lezgîn ji bo gelê Kobanê kir û wiha pêde çû:"Rewşa welatiyê Kobanê bi xetere, welatiyên Kobanê dibin şert û mercên herî zehmet de dijîn pêwîste em li hemû ciha ji bo gelê xwe bikevin nava seferberiyê." Cevdet derbirî ku çi ji destê kê tê bila bike em piştevaniya xwe bi gelê xwe yê Kobanê re nîşan bidin. Cevdet di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman ji ber ya mehekê em hatin herêmê bi taybet rewşa zarokan gelek xeter bû, dîsan ji her ku diçe rewşa wan xeter tir dibe li vir dewlet tu alîkariyê ji welatiyê Kobanê re nake. Cevdet diyar kir ku tenê şaredariya DBP'ê alîkariya welatiyan dike.

‘Kampanya bi pêşengtiya jinan hat meşandin’

Endamê Komeleyê Mustafa Has jî diyar kir ku ew bi çavê alîkariyê li xebata xwe na nêrin û wiha got: "Ev kampanya alîkariyê weke ku em ji mala xwe re dikin me kampanya alîkariyê da dest pê kirin." Mustafa anî ziman ku têkoşina me têkoşina mirovahiyê ye, divê her kes tişta ji destê wî tê bike. Mutafa destnîşan kir ku di dema kampanya yê de jinan pêşengitiya kampanya yê kiriye. 

Endamê Komeleya Piştevanî û alîkariyê a Rojava Abdî Gumuş ji bo alîkariya hatiye kirin ji Komeleya Alaxs Kom'ê kir û wiha got: "Her kesê ku bi xwaze alîkariyê bike dikare di destpêke bi me re bikeve nava têkiliyê."

(kom/zt)